Arzu Çerkezoglu: Jin ji bo ked û jiyanê tekoşînê didin

09:58

JINHA

STENBOL - Sekretera Giştiya Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Şoreşger Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku di demên dawî de ser jinên li mafê xwe digerin tindî zêdebûye û got: "Divê jin li hemberî van tindiyan bênbahev û bi hevre tekoşînê bilind bikin. Peyîwira me ya herî giring jî rêxistinkirina vê bawerî û berxwedêriya jinane."

Ji dîrokê heya niha jin ji ber hêza xwe ya honandin û veguherîna jiyanê ketine dorpêça mêr û dewletê. Jin bi bihayê canê xwe hewildidin dorpêça ser wan hatî ferzkirin bişkênin, bi wê hewildanê di qadên jiyanê de kedê didin lê keda wan tine tê hesibandin. Di 8'ê Adara sala 1857'an de petronan jin di fabrîqeyan de hepis dikirin û qetildikirin, niha jî heman hişmendî bi rêya dewletê berdewam dike. Sekretera Giştiya Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Şoreşger Arzu Çerkezoglu, tindiya niha li ser jinên tekoşîna 8'ê Adarê dewirgirtî berdewam dike nirxand.

'Şer li hember her kesên dibêjin demokrasî vekirine'

Arzu da zanîn ku bi polîtîkaya AKP'ê re di qada kedê de karkeriya bi dahata kêm û bê ewle pêşketiye û wiha domand: "Dema ku em li bernameya hikumetê ya dawiyê dinêrin AKP ser şer, komkujî, mirin û xwînê hebûna xwe berdewam dike. Ev şer mafên ku bi tekoşîna azadiyê hatî bidestxistin ji holê radike. Di hemandemê de ev şer li hember hemû kesên di vî welatî de dibêjin wekhevî, azadî, dad û demokrasî hatiye despêkirin."

'Kaputalîzim bi jinan re artêşa bêkaran çêdike'

Arzu destnîşan kir ku komisyona sazumaniya Meclisê di qada kedê de ji bo veguherînan heya 21'ê Adarê dem daye AKP'ê û wiha berdewam kir: "Di nava 100 rojên çalakiyên lezgîn de hinek polîtîka hene. Li aliyekê buroyên îstihdama tayîbet vedikin li aliyê dinê jî hewildidin bi hinek tazmînatan dozên ewlehiya karkeran dawîbûkin. Bêgoman her dem di hedefa wan de jinên karker hene. Pergal jinan ji qadên xebatê durdigire li malan de didin giritin. Kaputalîzim amadekariyê heya 20 salên dinê bi jinan artêşa bêkaran avabike."

'Pêdiviya jinên kedkar bi perspektîfên rêxistinbûnê hene'

Arzu bilêv kir ku li Tirkiyê û hemû cîhanê jin di hedefa sermayeyê dinin û wiha dom kir: "Heta mafê jiyanê jî ji destê jinan girtine. Bi deshilatiya AKP'ê re qetilkirinên jinan pir zêdebûne. Em di demek a pêdiviya jinan di nava sendîka û tekoşîna çînî de bi polîtîkayek bingehîn heye. Ji jinên karkerên demsalê heya yên nava malê kedê didin, ji karkeran heya bijîşk û parêzeran pêdiviya hemû kedkarên jin bi rêxistinbûnek hevparheye. Li pêşiya DÎSK'ê herî zêde rêxistinbûna jinên karker heye."

'Divê jin hemû bi hev re tekoşînê bikin'

Arzu anî ziman ku li her qada jin xwe rêxistindikin dibin hedefa hişmendiya mêran û wiha pêde çu; "Tayîbetî ser jinên di qadên xebatê de mobbing didin sepandin. Dema ku jin li mafê xwe digerin tindî jî zêdedibe. Divê jin li hemberî van hemû tindiyan bên bahev û tekoşînê bilind bikin. Peyîwira me ya herî giring jî rêxistinkirina vê bawerî û berxwedêriya jinane."

(zt)