Jinên KESK: Em ê xwedî li kedê jinan derên

19:04

JINHA

DÎLOK- Li Dîlokê jinên KESK'ê ên ku li ber SGK'ê daxuyanî dan xebatên bê ewle protesto kirin û wiha gotin, "Em ê xwedî li kedê jinan derên.

Jinên KESK'ê ên Dîlokê li ber SGK'ê daxuyanî dan û xebatê bê ewle protesto kirin. Jinên ku panqertên "Em dev ji aştî û ewlehiya can yê xebatê bernadin" vekirin dovîzên "Em xwedî li ewlehiya xwe yê xebatê dertên", "Xebatê bi ewle ji bo pêşerojê mafe" hildan. Her wiha di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bijî hevgirtina jinan", "Jin jiyan azadî" û "Ewlehiya xebat ewlehiya pêşerojê" hat berzkirin.

'Xebat jiyanê be ewlê dike'

Sekretera Şaxa Egîtim Senê Ozlem Yuksel diyar kir ku ew li hember zihniyeta ku jiyana jinê dorpêç dike li qadanin û got, "Hikûmeta AKP'ê li aliyek stratejiya şerê qirêj pêk tîne li aliyê din sermaya ku di bin siya şerde rêvediçe bê navber dagirkeriya kedê dike."

(dt/rc)