Şaziye Kose: Jin bi berxwedanê bersiv dide êrîşan
09:06
Habîbe Eren/JINHA
ENQERE- Jinên ku li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya zayendî her tim di nav serhildanê de ne li her qadan xwe birêxistin dikin, niha jî li qadên sendîkayê her roj hebûna xwe bilindtir dike. Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose jinên di sendikayê de cihên xwe girtine diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê vê salê bi her awayî êrîşê jinê dike û jin bi berxwedanê bersiv dide hemû êrîşan.
Di salên 1800'an de li cihanê hemberî binpêkirinê mafên kedkaran ku li nêvengan pêk tê bi dawî bibe û ji holê rabe bisendîqayan rêxistinî hate destpêkirin. Jinên ku li mal, li ser kar û li hemû cihên xebatê rastî binpêkirina mafan tên jî tevlî birêxistina sendîqayan bûn. Li welatê Tirkiyê jî jinên kedkar di bin sîwana sendîqayan de birêxistin dibin. Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose têkoşîna jinê ku ev salek e di nav sendiqayê de birêxistinbûne ji ajansa JINHA'ê re nirxand. Şaziye diyar kir ku di tevgera sendîqayê de rengê jinê heye.
‘Sendîqa rastî êrîşên AKP'ê dihat'
Şaziye destnîşan kir ku tevgera sendîqayê ev salek e dibin êrîşa desthîlatiya AKP'ê de derbas bûye û wiha axivî: "Faliyetên ku jinan di sendîqayê de didan meşandin her tim rastî êrîşên zayendî û bedenî dihatin." Şazîye anî ziman ku jinên her qadê rastî êrîş û tundiyê tên bi berxwedanê dibersîvînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di rastiya xwe de tundiya li ser me bi guhartina desthîlatdariyê heya niha li ser me tê meşandin. Çawa ku jin li ber xwe dan û li hemberî tundiyê têkoşiyan, tundiya li ser jinê zêdetir bû." Şaziye di berdewamiya axaftina xwe bîlêv kir ku desthîlatdarî ji jinên ku li qadan li ber xwe didin ditîrse û wiha pê de çû: "Ji ber desthîlatdar jî hêza jinê dîtirse her tim êrîş dibe ser jinê û dixwaze ku jinê bêdeng bike. Em binêrin ku di salekî de ji bo jin bên bêdengkirin li ser bedena jinê polîtîkayê qirêj çiqas dane dest pê kirin." Şezîye got ku jin her tim dibin êrîşa desthîlatdariyê de ne û rastî tundiyên mezin tên.
‘Nûnertiya kar her ku diçe dikeve destê jinê'
Şaziye destnîyan kir ku ji bo hêjmara jin û mêr di sendîqaya KESK’ê de konfederasyon hatine avakirin û ev tişt got: "Êdî jin li qadên perwerdehiyê û tendûristiyê hejmara jinê di asta herî jor de ye. Divê pêvajoyê de hêjmara jinê kêm nebûye. Berovajî wê hêjmar her ku diçe zêde dibe. Jin her tim di dilê xwe de li dîjî mêran xwedî hêz û serhildanê ne. Hevalên me yê jin ji bo xwe birêxistin kirine meclîsan dan avakirin û xebatên xwe xurtir dikin. Êm ê divê pêvajoyê de xebatên xwe xurtir bikin. Di nûnertiya kar de jî her ku diçe dikeve destê jinê û jin bi xurtir dibe." Şaziye li ser sendîqayên li Tirkiyê ji rawestiya û ev tişt anî ziman: "Dema ku em li sendîqayên li Tirkiyê dinêrin di sendîqayan de jin gelek kêm in. Ji ber vê yekê ji sendîqaya KESK’ê li ser jinê gelek xebatan dide meşandin."
Li dijî polîtîkayê zayendî birêxistbûna jinê
Şaziye di dawiya axaftina xwe de got ku jin li hemberî polîtîkayên zayendî birêxistin dibin û hişmendiya zayendî dê bi berxwedana li holê bê rakirin.
(ho/rc)