Hemû berhemên bazara Edenê keda destê jiyê ye

10:37

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Li Edeneyê jin li bazarê tezgih divekin. Hemu berhemê li bazarê ji tiştên xwazayiyên malê heya zaxireyên hişk dibin destê jinan de diderkeve.

Li Taxa Torosa navçeya Çukurava ya Edenê hemu berhemên bazarê bi destê jinan çêdibin. Jin tenê li bazara Semta girtî a Kenan Evren tezgeh divekin. Li bazara roja çarşemê jin tezgihan divekin. Li ser dezgehan xwarinên xwazayî, tiştên jin bi destan çêdikin ên weke, zaxire, kozmetîk û bi sedan herhemên cuda li ser tezgih tên firotin. Li bazarê jin çaya xwe jî servîs dikin. Îpek Uzmanoglu got ku salek nîve wê dest bi çêkirin tiştên bi destan kiriye û berhemê ku çêkirin li ser tezgiha xwe di firoşin.

'Xebat sibê heya êvarî berdewam dike'

Îpek destnîşan kir ku di jiyanê de pêşiya derfetên kar ji jinan re tê girtin, jin berdela keda xwe nagirin û wiha berdewam kir: "Di dawiya heftê de em diçin kêmahiyên xwe distînin. Rojên duşem û sêşeman amadekariya bazarê dikin û serê sibiha çarşemê tezgihên xwe li bazarê divekin. Hertim min dixwest bi xebitim dema ku min evder dît hemu berhemên jinan in ez jî tevlî vê bazarê bûm. Her sibih saet li 05.00 amedekarî dikim û saet li 07. 00 li pazarê dezgih divekim. Her sibeh xebata me destpedike heya êvarî berdewam dike"

Îpek dazanîn ku herhemê ku li bazarê tên firotin xwezayî û nû ne û gotinên xwe wiha dawî kir:"Yên nû tên bazarê, li ber dezgihên bela ku em jinin û dixebitin matmayî dimenin. Gava jin bi xwaze tiştek namîne serkeftî nebe. Bila jin tucar xwe muhtacî tukesê neke."

"Ev 13 salan dixebitim'

Hulya Ekşî jî diyar kir ku ev 13 sale li bazarê di xebite û wiha got: "Hertim xwesteka min a bi xebitin hebû, ji bo ku hertim di malê de heps neminim. Jinên li bazarê di xebitin hemu madî û manewî dest tengin. Ya min ne ji bo aboriyê ji bo ku bi karekî re miştuxul bibin. Tawsiya min jinên ku bixwazin bi xebitin bila bên li vir bi xebitin. Gava ku hilberîn hebê ez gelek keyfxweş dibim. Li bazarê em jin hemu xwarina xwe bi hev re amede dikin. Em xwarinên wek pasta û qisir çêdikin û bi hev re dixwin. Em wek jiyana komunê dijîn."

(dt/zt)