Kargeha Amargî bi azweriya roja yekem dixebitin
09:07
Rebîa Êto/JINHA
KOBANÊ - Kargeha Amargî bi azweriya roja yekem xebatên xwe dide meşandin. Xebatkarên kargehê diyar kirin ku ew ê bi rengê jinê bingehê xebatê û aboriyê vedike.
Kargeha Amargî berî çar salan bi pêşengiya Kongreya Star li Kantona Kobanê hat avakirin. Piştî xebatê du sal, ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û koçberiyê xebat rewastiya. Bi berxwedana şervanên YPJ û YPG'ê Kobanê ji dagirkeriya çeteyan hat rizgar kirin. Bi vegera gel re xebatê Kargeha Amargî ji nûde hat vekirin û niha bi awayek aktîf xebatê jinan rêve diçe. Niha kargeh bi azweriya roja yekem karê xwe dike.
Berî 4 sal kargeh hat vekirin
Rêvebera Kargeha Amargî Ceyîle Mihemed derbarê xebatên xwede ji ajansa mera peyivî û diyar kir ku jin bi îddîayê hêzkirina bingeha aboriya civakê yê bi rengê jin dixebitin. Ceyîle da zanîn ku koçberî rewşa xebatê bandor kiribû û wiha qala şertên avakirinê kir, "Ev çar salin xwebatkara kargeha Amargî me. Di sala 2013'an de kargeh hate vekirin, wê demê em 35 xebatkar jin hebûn, xebata me tenê dirûtina cilên şervanên YPG û YPJ`ê bû. Ji ber êrîşên ser Kantonê salek xebatê me hat rawestandin."
'Jin piştî koçberiyê tev berê xwe dan kargehê'
Ceyîle rewşa kargehê piştî vegera Kobanê anî ziman û wiha got: "Piştî vegera Kobanê careke din me kargeh vekir. Lê çeteyan kargeh tev wêran kiribû, bi qasî du mehan jî me kargeh paqij dikir. Me pir zehmetî dît heya ku me careke din dest bi kar kir û kargeh vekir. Piştî vegera gel ji Bakûrê Kurdistanê xebatkarên jin tev berê xwe dan kargehê."
Sîstema Kargeha Amargî
Ceyîle di berdewamiya axaftina xwe de sîstema kargehê anî ziman û wiha got: "Li kargehê xebatkar 7 demjimêran kar dikin. Dema ku xebatkarek nû tê kar, em wê fêrî bikaranîna makînê û bi giştî kar dikin. Piştî ku fêrî kar dibe kîjan kar bikaribe bike derbasî wir dibe. Berê tenê me cilê şervanan didrût lê niha em li gorî tevahî pêdiviyên civakê cil didrûn. Nêzî kargehê jî me dikanek bi navê Amargî vekiriye, ji bo ku gel bikaribe berhemên kargehê bi buhayeke erzan bikirin, li wê dikanê berhemên me têne firotin ."
Ceyîle di dawiyê de diyar kir ku ew ê bi rengê jinê bingehê xebatê û aboriya civakî avabikin û got ew ê di xizmeta gelê xwede bin.
(hs/rc)