Karker ji hemû mafên xwe bêparin
09:10
Ceren Karlıdag/ JINHA
STAENBOL- Karkerên di malan de dixekbitin ji hemû mafê xwe bêparin. Parêzer Seher Dursun ji bo pirsgirêkên jinên karker wiha got: "Karê jin dikin weke berhem nayê dîtin."
Jinên ku di hemû sektoran de ked û berhemê wan nayê dîtin li hember newkeheviyê li berxwedidin. Ji van sektoran yek jê karkeriya nava malane. Li gel nedîtina keda jinan ewlehiya jiyana wan jî nayê girtin, ji qezayên kar heya gelek awayên dinê karkerên jin jiyana xwe jidest didin. Parêzer Seher Dursun da zanîn ku li hemberî bêmafiyan jin serî li parêzeran didin.
'Li gorî qanunê em weke karker nayên dîtin'
Seher destnîşan kir ku li gorî qanunê karê karkeriya jinên nava malê weke kar nayê dîtin û wiha domand; "Lê hikumetê li gorî xwe torbeyek yasa ya 'emê we karker bihesibînin' derxistiye. Ji ber ku karkerên nava malan tenê di malekê de naxebitin, her deh rojan li deverekê dixebitin ji bo wê karê wan hîn zêdetir zor dibe. Dema nû torbê yasa derketî gotina 'bi sms yekê hunê sîgorta bigirin' di nûçeyan de derbas dibû, lê di rastiyê de wiha nîne. Ji ber jinin karê dikin weke hilberîn nayê dîtin. Bi hişmendiya 'ji xwe di mala xwe de jî heman karî dikin' nêz dibin. Ji bo wê jî ji karkerên normal hîn zêdetir tên perçiqandin."
(zt)