Li gundên Kobanê bihar bi keda jinan reng dide
09:11
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Li gundên Kobanê jiyan bi destê jinan ji nû ve tê honandin. Yek ji jinên avakarê jiyanê jî dayîka Zeyneb a bi keda xwe zarokên xwe dide jiyan kirine.
Jinên Kantona Kobanê yên li himberî çeteyên hişmendiya mêran serketin niha jî jiyanê ji nû ve ava dikin. Gundên Kobanê bi hewayê azadî û bûharê re şîndibin. Jin li gundan çanda pîrikên xwe yên dîroka Waşukaniyê ji nû ve didin jiyandin. Jin çandinî û sewalvaniyê bi hişmendiya komûn û rengdayîna ekolojiyê dikin.
Dayîka Zeyneb Mamed Muslim a ku di çavên wê de sekna jinên Kobanê ya serhildêrk dixwiyê di derbarê xebatên xwe yên gund de wiha dibêje: "Dema em di şerê Kobanê de koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, zarokên min herdem digotin em ê vegerin Kobanê. Dema em vegeriyan Kantonê pêwîst bû em karekê bikin ku em pêdiviyên jiyanê pêk bînin. Wê demê ez nexweş bûm, emeliyat bibûm. Lê tevî vê jî min dest bi çandiniyê kir û min baxçeyek bi destê xwe çêkir. Sibeha zû ez radibûm, min nimêj dikir û karê xwe di nava baxçe de dikir. Jiyana gundan pir xweş e, em ji xwe re mirîşkan, pez û hwd. ajalan xwedî dikin."
Dayê Zeyneb ewqas ji jiyana xwezayiya gundan hezdike, dema dadikeve nava bîstanê xwe weke ku bi darên nava baxçê xwe re dipeyîve wiha dilfireh dibe û wiha dibêje: "Dema mirov bêhnteng dibe berê xwe dide çolê, li nav keskahiya erdê, rengê kulîlkan û bêhna gulan rehet dibe û derdê xwe ji bîr dike. Her bihar kesên ku li bajaran dijîn berê xwe didin gundan û seyran dikin. Ji bo her kesekê gund bêhnvedan e û jibîrkirina xeman e. Ji bo wê jî pêwîste her kes gundê xwe ji qirêjiyê biparêze û qedrê jiyana gund bizanibe."
(hs/zt)