Li Êlihê kedê destê jinan hat pêşandan

16:26

JINHA

ÊLIH- Atolya Hêviya Jinan bi pêşengeha bi navê 'Keda Jinan' berhemê destê jinan yê kolektîf hat pêşandan.

Atolya Hêviya Jinan a girêdayî Miduryeta Polîtîkayê Jin a Şaredariya Êlihê bi pêşandana 'Keda Jinan' a ku li Sînameyê Yilmaz Guneyî hatî organîze kirin, kedê destê jinan yê kolektîf hat danasandin. Di vekirina pêşengihedê Hevşaredar Gulîstan Akel, Wekîla Hevşaredar Hurriyet Kaytar, alîgira Hevşaredar Semra Guneş û gelêk jin amedê bûn.

Jinan berhemên xwe yê 6 heyva dan nasîn. Di pêşenghê de cilên jinan, cilên zarokan, merş, balîv û xemlê alavan û gelek berhemên din jî hatin nasîn.

(dt/rc)