Jinên kedkar ên Kastaş Kauçukta di berxwedanê de nin
11:25
JINHA
ÎZMÎR - Jinên xebatkarên fabriqa Kastaş Kauçuk li hember, gotinên zayendî û tacîzê rabûn ser piyan. Piştî ku jin ji kar hatin avêtin, jinan liber derê fabrîqê destbi berxwedanê kirin.
Li Fabriqa Kauçuk a Herêma Pîşesaziya Organîza Çiglî Ataturk ya Îzmîrê li hember nasnama jinê gotinên zayendî tên kirin. Du jinên banga rêxistinbûna jinan kirin ji kar hatin avêtin. Jinên ku ji kar hatin avêtin ketin nava berxwedanê. Komîta Fabrîqê piştî belavok îmze kirî li karkeran raserin zêdetir kir. Jinên karker dijberî gotinên di dema sporê de yên weke bêvînî û 'nexweşiya kar' ji bo piştgiriyê bangî hevalên xwe kirin. Jinan li hember êrîşên fizîkî û haqaretê Midurê Formên hevalên xwe parastin. Piştî ku midur bangî polîsan kir, du jin ji kar hatin avêtin.
'Li ber derî berxwedan'
Jina ku ji kar hat avêtin li ber derê Fabrîqa Yogungan ket nava berxwedanê. Bi banga Bêkariya Karkarên Egeyê li ber derê fabriqeyê piştevaniyek mezin bû. Karkerên ku ji fabriqa Kastaş Kauçuk hatin avêtin çun ber derê fabriqa ZF Lemforder ji karkerên wan re behsa pêvajoyê kirin. Karkerên ku li pêvajoyê hisandin piştgirî dan karkerên ku ji kar hatin avêtin û bi çepikan piştgirî dan wan. Li wir belavokên propagada belav kirin û piştî pêvajoyê banga tevlîbûna dawiyaniyê kirin.
'Ji bo ku em dev ji kar berdin tiştên ji destên me neyê bi me didin kirin'
Kardelen Yogungan a ku 7 mehe li Fabrîqa Kastaşê di xebite diyar kir ku piranî li fabrîqê jin dixwbitin û nezî 500 jin di xebitin. Di heman demê de li ser karkeran raserên cuda tê kirin. Kardelen di derbarê tiştên ku li fabrîqê jiyan kirin axivî û destnîşan kir ku gava li fabrîqê li beşa mera malê xirab diderket jin li wê derê bê pere didan şixwulandin û wiha berdewam kir; "Hertim li fabrîqê saet dihat girtin û dema kêm carnan em didan xebitan din û dema zêdebana tiştek nedigotin li ser karkeran hedefa kar digirtin. Ji bo em dev ji kar berdin tiştên ji destên me nedihat bi me didankirin. Ji ber wê mafê me yê tazmînatê dihat gasp kirin. Di heman demê de tirs li nav karkeran belav dikirin."
'Ji karkeran re cehnem bû'
Sonay Tezcan jî li Fabrîqa Kastaş salek nîv bû di xebitî got ku ew tucar bi gaspê nikarin wan birtirsînîn û wiha ragihand: "Êrîşek pir alî hebû li ser karkeran. Karker hindik bûn jî lê kar zêde bi wan dikirin. Ev êrîş bi zanebûn dihatin bikar anîn. Gava rojek destur bi kartînin destheqa du rojan ji me tên birîn. Ev bê mafîtî bê fedîtî tê meşandin. Li Fabrîqa Herêma Pişesaziya Organîza Ataturk a Çigli ya Îzmîrê ji karkeran re ceheneme ji patronan re jî gula bê stiriye. Li fabrîqê bi hirsa kar xwarin tê belav kirin. Ji ber xwarina nexweş gelek hevelên me bi nexweşiya mîdê ketine. Ez jî bidehan cara ji ber vê nexweşiyê çum nexweşxanê. Bi salane hevalên me bi dahata asgerî di xebitin (100) zedetirî vê pere nayên dayîn. Dema muçeyê me zêde dikin reqabetê dixin navbera me de û hevpariya me asteng dikin."
(dt/zt)