Li Kargeha Dost Camê berxwedanî bi pêşengiya jin
09:09
Ozgu Ozutok / JINHA
ÎZMÎR - Li Kargeha Dost Camê piştî karkerê bi navê Şenel Kanik ji kar hat avêtin, karkerên kargehê dest bi grevê kirin û hilberînê dan rewastandin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan hatî despêkirin, hat diyar kirin ku dê berxwedana jinan û Şenel heya ku dexwazê wan bi cih bibe ew ê berdewam bike.
Kargeha Dost Camê a ku li Herêma Sanayî ya Organîzeya Çîlekê ye, berî heftiyek karkera bi navê Şenel Kanik ji kar avêt. Li ser vê yekê karkerên kargehê û 130'î karkerên girêdayî DÎSK/ Sendîkayê Cam Keramîk-Îşê hilberînê dan rawestandin û dest bi berxwedanê kirin. Şenela ku ji kargehê hatî avêtin, wiha qala pêvajoyê kar û bûyera avêtina xwe kir, "Ji bo min gotibûn du heyv tunê hînê kar bibe û ji bo wê dem dabûn. 3'ê heyv şûn de gotin 'performansa te ya kar ketiye' bi vê hincetê gotin ew ê min ji kar bavêjin. Min jî got pêwîste ez hînê mafê xwe bibim û min ji wan re got divê derketinê min bi vekelet be. Ez endama Sendîkayê Cam Keramîk-Îşê me, bi hevalên xwe re min hevdîtin pêk anî û vê bûyerê heya rawestandina hilberînê me bir. Ligel ku ez nûbûm jî tevahî hevalên min piştgirî dan. Em tevahî bûn wek malbatek û ji bo pariyek nan em dixebitin. Piştî vê bûyerê ji sedî 80'î hevalên me ji kar hatin avêtin. Dexwaza me karkerên hatine avêtin cardin girtin û hilberîn despêkirine. Divê sendîkayan bipejrînin."
'12'e salin ji bo mafê xwe dixebitim'
Şûkran Aktaş ya ku 12'e sal di kargehê de dixebite û piştgirî daye hevala xwe yê ji kar hatî avêtin wiha têkîldarê mijarê got, "Me tev bi hevre biryar da ku em di sendîkayê de bibin endam. Di encamê de hevala me ji kargehê avêtine. Hevalên me gotin tevahî makîneyên xebatê bidin rawestandin. Me jî got 'Em cardin hevala xwe di nav xwede dixwazin' û me hilberîn da rawestandin. Em di xebatek zehmet de dixebitin. 12'e sal ji bo mafê xwe dixebitim. Pereyên ku didin min û didin karkerê ku îro dest bi kar dike yeke. Dervî wê tu maf ji bo me nayê nasîn."
'Em maf û karê xwe dixwazin'
Bîrgûl Akbaş jî wiha got, "Em ligel hevala xwe yê ku ji kar avêtine. Ji ber vê em jî hatin avêtin. Em maf û karê xwe dixwazin. Jin li vir piştgirî didin hev, lê ji aliyê giştî ve tu maf nayê nasîn. Bi têkoşînê me xwe gihand van rojan. Em dixwazin tev bibin endamê sendîkayan. Divê perên me bên zêdekirin û hevalên me ên hatine avêtin ji nûde bên girtin ser kar. Ji ber em naxwazin dev ji kar berdin, tenê dewa mafê dikin."
(rc)