Jinên karkerên tekstilê berhemê keda xwe dixwazin
09:03
JINHA
AMED - Jinên di atolyeyên tekstîlê yên Amedê de 10 saeta di jêrzemînên binerd de dixebitin bi zorê mizeya kêmkirî digire. Jinên bê ewle dixebitin gotin; "Em berhemê keda xwe dixwazin."
Jinên ku bi salane li di qadên bê ewle de kedê didin nîvê muçeyê mêran digirin. Ji ber polîtîkayên şer jinên ji Kurdistanê bi zorê koçberbûne neçar mane di temenê biçuk de dest bi karkeriyê bikin. Li gorî xebatên lêkolînê nîvê jinan ne fermî dixebitin. Herî zêde jî karkerên çandiniyê ji derveyî fermiyetê dixebitin. Li gorî daneyên TUÎK'ê yên sala 2015'an ji jinên di çandiniyê de dixebitin ji sedî 94.1 bê qeyîdin an go ji derveyî fermiyetê dixebitin. Li gorî heman lêkolînê tê dîtin ku jin ji sedî 50 ji derveyî fermiyetê dixebitin. Di rapora DÎSK'ê ya sala 2014'an de jî tê dîtin ku gelek jin ji derveyî qeyîdan xebitîne.
Li bajarê Bakurê Kurdistanê yê herî qerebalix ku xwedî şêniyek milyon û nîvê ye îstihdama jinan weke ya tirkiyê ye. Jinên di fabrîqeyên tekstîlê de dixebitin berhemê keda xwe dixwazin. Jinên li ser mekîne û utuyan dixebitin li gel karê zêde nexweşî jî çêdibin. Jinên ji ber polîtîkaya şerê Suriyê koçber bûne jî cuda keta wan tê mêtînger kirin.
'Li Amedê ji bo jinan derfetê kedê nîne'
Hulya ya 14 salî ku 12 salin di fabrîqayê de dixebite rojê 10 saetan di tekstîlê dene. Hulya ya ku di atoliyeya ji 30 kesan pêktê û piraniya wê mêr têde dixebitin de diyar kir ku ew bi heqdesta kêm dixebitin û atolye jinên zewicî nagirin kar. Hulya ya ku di jêrzemînê de dixebite ji bo şertên xebatê wiha got: "Em gelek karên weke birîn û ser mekînê dikin. Jinên zewicî nagirin kar. Ji ber ku derfetên kar nîne, li gel heqdestek kêm dide me jî em neçarin bixebitin. Heta em bi vêqasê kêfxweş jî dibin. Bi hatina koçberan re derfetên kar hîn kêmtirbûye. Daxwaza min zêdebûna derfetên kar û di nava aramiyê de pîrozkirina 1'ê Gulanê ye. Ez dixwazim 1'ê Gulana Amedê bi xwe re aştiyê bîne."
'Ez bê sigorta dixebitim û berhemê keda xwe nagirim'
Sezen Elmas a ku 6 mehin di atoliyayê de dixebite jî da zanîn ku ew li ber destan dixebite û berhemê keda xwe dixwaze. Sezen bilêv kir ku ew berê di şertên hîn girantir de xebitiye û wiha domand: "Ez berê jî di fabrîqayan de xebitîme. Ev 6 mehin ez di vê tekstîlê de li ser mekînê dixebitim. Ez berhemê keda xwe nagirim, lê li Amedê derfetên kar nîne. Ez di 1'ê Gulanê de cîhanek aram û têde bikarim berhemê keda xwe bigirim dixwazim."
(zt)