Li Amedê banga tevlîbûna mitînga 1’ê Gulanê

15:13

JINHA

AMED - Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo banga beşdarbûna mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir.

Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê ku ji aliyê saziyên civaka sivîl ên weke KESK, DİSK, TMMOB, SES û TTB’ê hatî amadekirin têkildarî pîrozbahiya dê li bajêr bê lidarxistin li 1’emîn Şaxa Sendîkaya DÎSK Genel-Îş'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komîteya amadekar Zeynep Demîr Akçer axivî û diyar kir ku ew 1'ê Gulanê di bin siya şer de pêşwazî dikin. Zeynep anî ziman ku êrîş û pêkûtiyên aborî û civakî yên bi vî şerî re destpêkirine jî bênavber didomin û dest nîşan kir ku Serokomar Erdogan û AKP'ya di bin emrê wî de, êrîşî hemû kesên talebdarê maf, azadî û aboriyê ne dikin.

Zeynep girîngiya 1'ê Gulanê dest nîşan kir û anî ziman kir ku ew dê hem li hemberî vî şerê didome û hem jî li hemberî zext û zoriyên li ser kedkaran li qadan bin. Zeynep got amadekariyên wan didomin û di 1'ê Gulanê saet di 13.00'an de ji bo mîtîngê venxwand Qada Îstasyonê.

(zt)