Li Edenê ji bo Mitinga 1'ê Gulanê banga tevlîbûnê

09:09

JINHA

EDENE - Hevseroka EMEP'a Edenê Sevil Araci got ku ew ji bo Mitînga 1'ê Gulanê ku li Edenê bê lidarxistin banga tevlîbûnê dikin ku hemu kedkar tevlî Mitîngê bibin.

Hêzên Demokrasî û Kedkar dê ji bo Cejena Mitînga 1'ê Gulanê amekarî bikin û li qada bin. Hevseroka EMEP'a Edenê Sevil Araci di derderbarê 1'ê Gulanê de agahî da û wiha got: "Tirkiye ber bi rewşa giran ve diçe. Em di çaxekî ku polîtîqayên şer ji her demê zêdetir tên meşandin de jiyan dikin. Bi teybetî li bajarê Kurdistanê qedexeya derketina kolanan, qatilkirina mirovan, xira kirina malan û dibin jerzemînan de şewitandina mirovan dimînin û di rojeva me de nin. Em ê daxwaza xwe ya aştiyê di roja 1'ê Gulanê de li hemu qada qîr bikin. Em wek EMEP 1'ê Gulanê girîng dibînin. Em ji bo vê bang li kedkaran dikin bila li ber xwe bidin."

'Dema hevgirtin û têkoşinê ye'

Sevil bal kişand ser zehmetiyên ku karker jiyan dikin û wiha berdewam kir: "Zagonên ku keda karkeran binpê dike li ber deriye. Tirkiye dibe qada binpêkirina cihê keda kerkeran. Dibe karker li hember çîna karmendan têkoşîn bikin. Dîsa li hember kedkarên raya giştî êrîş zêdetir dibin. Dixwazin bi zagona mafê kedkaran ji destê wan derxin. Ji bilî van yê ku derdorê rexne dike û kedkarên ku demokrasiyê diparêzin tên surgin kirin, ceza li wan tê birîn û davêjin girtîgihan. Divê em li hember van kirinan bi rexistin bin û têkoşîn bikin."

'Em ê 1'ê Gulanê bi hêz derkevin qadan'

Sevil di derbare 1'ê Gulanê de agahî da û wiha axivî: "Me EMEP belavokên cuda amede kirine. Ev belavok dê li cihê karkeran ên giştî, li ber deriyê fabriqan bên belav kirin. Em li hemu taxan belavokan belav dikin û hemu gelê xwe vedxwînin 1'ê Gulanê. Em li ser rastiyê xabatên xwe di meşî nin. Em bi hemu rêxistin û karkeran re civîn dikin û li ser vê rastiyê amedekarî dikin. Em amedekariya 1'ê Gulanê dikin ku bi şekle kî hêz derkevin qadan."

'Em li benda hemu gelê xwe ne ku tevlî mitingê bibin'

Sevil diyar ku dê 1'ê Gulanê hemu astengiya derbas bikin û wîha pê de çû: "Di van rojên ku şer giran bûyî de çîna dawîdar bikin ku 1'ê Gulanê asteng bikin. Em ê li hember van astengiyan bi kedkaran re li hember wan li qadan têkoşîn bikin. 1'ê Gulanê ne li Tirkiyê tenê roja kedkaraye li hemu cîhanê roja piştgiriya têkoşîna kedkarane. Ji bo wateya vê rojê ji ber ku kedkar mafê xwe bîstînin bila bi rêxistin bin, ev sekna rêxistinî pir girînge. 1'ê Gulanê devera ku kedkar lê hebin bila ji bo daxwazên xwe derkevin qadan û bila daxwazên xwe qîr bikin. Dawî ez dibêjim bila hemu gelê me yê kedkar tevlî Mitînga 1'ê Gulanê ku li Edenê tê li darxistin bibin."

(dt/zt)