8 jin li Kaleyê Enqerê kooperatîf avakirin
09:02
JINHA
ENQERE - Jinên malnişîn bi hatina ba hev û avakirina kooperatîfê re, ji bo jinên din jî mînakek îfade dike. Banu Akkuzu yê ku di dikanê nava Kaleyê de Kooperatîfa Hewildana Jin a AKEKA'yê avakirî diyar kir ku wan di serî de bi du kesî dest bi kar kirine û got niha hêjmarê wan gihêştiye 8 jinan. Banu a ku banga avakirina kooperatîfan li jinan kir wiha got, "Çîrokê jinên li welêt em tev dizanin. Divê em yekbûna xwe bi hêztir bikin û bên ba hev."
8 Jinên malnişîn li Kaleyê Enqerê tên gel hev û Kooperatîfa Hewildanên Jin a AKEKE avadikin. Jinên ku di serî de hilberîna kulav, zîv, sabûn û gelek hunerên destan dikin, di dikanê ku jêra atolyayê de amedekariyê berhemên xwe dikin. Avakarê Kooperatîfê Banu Akkuzu da zanîn ku ew di serî de bi du jinan Kooperatîfa Hewildana Jin a AKEKE'yê avakirine û got bi demê re hêjmarê jinan gihêştiye 8 jinan.
AKEKA, ligel Çermesoran tê wateyê bi hezaran qubeqaz
Banu da zanîn ku navê kooperatîfê bi herfên pêşî yê piştnavê jinan kirine û wiha got, "Lê dûvre me li ser înternetê lêkolîn kir û em hînbûn ku ligel Çermesorên Kanadayê AKEKA tê wateya bi hezaran qubeqaz." Banu a ku neh sal li nava Kalê xwedî dikanê ye diyar kir ku ew di serî de li ser çêkirina kulavê xebitiye. Ji bo ku çandê kulavê wenda nebe û derbasî nifşên din bibe, jin dest bi çêkirina kulavê dikin û pêre hunerê destan pêş dixin. Banu wiha dewam kir, "Hin jin malnişînbûn hinek ji wan jî dixebitin. Lê gava ku hatin vir dîtin xwestin tevlî bibin. Bi demê re hêjmarê me zêde bû. Aliyek min a rêxistinbûyînê heye. Me got em ê kooperatîf avabikin û me avakir. Jin li dikanê hem hilberînê bi kedê xwe dikin hem jî difroşin. Bi vî aweyî jin debarê xwe jî pêşwazî dikin."
'Divê piştevaniya jinan hîn bi hêztir be'
Banu da zanîn ku berhemên wan rastî eleqeyek mezin tê û wiha pêde çû, "Divê wek jin em her dem di nava piştevaniyê de bin. Bi taybet di warê aboriyê de divê jin xebatê ser bixwe pêk bîne. Em tev çîrokê jinên vî welatî dizanin. Divê em yekbûna xwe bi hêztir bikin û bên ba hev. Armancê min a sereke avakirina kooperatîfa jinan yê serbixwe ye. Niha 8 jin me dest daye destê hev û em xebatê rêve dibin. Em kedê xwe dikin yek. Tevî jinan em demên xweş derbas dikin. Eger hişmendiya parvekirinê hebin karek baş jî derdikeve. Ji bo hev hêzkirinê em parvekirinê esas digrin."
(rc)