Jin bi projeyên serayê re ji nûde dest bi hilberînê kirin

09:00

JINHA

WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, KCD'ê û Seroktiyê Daîreyê Xîzmetên Çandiniyê bi projeyê serayê re ji bo malbatên xizan û ên ku neçarî koçberiyê mane, xizmet dike û aboriyê zindî dikin. Jinên ku cihê xwe nava projeyê serayê de girtine, bi xebitandina axê re hilberînê pêk tînin.

Di binesaziya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Seroktiya Daîreyê Xizmetên Çandiniyê, bi pêşengiya Kongreya Civaka demokratîk (KCD) projeyên sera ji bo malbatên ku neçarî koçberiyê mane qadên îstîxtadê avakir. Serayên ku dervî bajêr hatine avakirin, tevahî amûrê wê ji aliyê saziyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatî pêşwazî kirin. Serayên ku bi armanca pêşwazî kirina pêdiviyên sebze ên rojane û zivistanê hatine avakirin, her wiha sebzeyên ku zêde dimînin welatî dikarin bifroşin û debarê xwe pêk bînin.

'Em jin di nav xwezayê de mezin bûn'

Dayika 5 zarokan Cayîze Urun(45) ku ji Qilabana Şirnexêye, barê xwedîkirina mal tev hildaye ser milê xwe. Cayîzeyê ku hevjînê wê di girtîgehê de ye diyar kir ku ew di serî de tevlî xebatê serayê bûye û wiha domkir, "Em hemû jin di nav xwezayê de mezin bûn. Çandina bostanan ji dayîka xwe hînbûm. Salê borî jî çûm perwerdehiya serayê û hin tişt jî ji wê derê hîn bûm." Cayîze anî ziman ku wan di heyva Sibatê de dest bi çandiniyê kirine û got ew pêşî pîvaz, kuzele û tivir çandine. Cayîze bilêvkir ku piştî sewze dighêjin wan berhevdikin ji aliyek pêdiviyên xwe ên jiyanê pêşwazî dikin ji aliyê din difroşin sewzefroş û debara xwe dikin. Cayîze got, "Bi çandiniyê û sûd girtina ji kedê xwe gelek kêfxweş dibim. Em ê heya payîzê çandiniyê bikin."

'Mezinên me her dem bi axê re mijûl dibin, ligel wan ax girîng bû'

Cayîze di berdewamiya axaftina xwe de ji jiyan û bîranînên xwe yên gund jî mînakan da û got ku: "Tê bîra min bav û kalên me her tim li ser axa xwe dixebitîn û debara malbata xwe dikirin. Ji bo wan ax gelek giring bû û jiyana wan jî ax bû. Hemû tiştên me yên xwarinê ji axa me bû. Ez jî bi malbata xwe hînê vî kari bûm." Cayîze bibîrxist ku berê li gundan sewzefiroş tunebûn, hemû gundî sewzeyên xwe ji axa xwe ya dewlemend pêşwazî dikirin û wiha berdewam kir: "Min tu caran tiştên xwe ji dikanan nestand. Ji bo zivistanê jî min konserveyên xwe amade kirine. Hemû jinên Kurd ji gund û zozanan hatine. Tev jî dikarin baxçeyan biçînin debara xwe bikin. Axa Kurdistanê bi bereket e."

'Jin bila hewceyê kesê nebe'

Şerbet Tekîn (50) diyar kir ku çandinî di jiyana mirovahiyê de xwedî cihek girînge û wiha got, "Me karê bostanan li gundê xwe dikir. Jiyana me jinan ax bû. Em li gundan jî her tim biharan diçûn zozanên gundê xwe û li giyayan berhev dikir. Her sal bi hatina biharê em bostanê xwe diçînin û heya zivistanê debarê xwe dikin. Min hemû sewzeyên xwe digirt. Îsal jî Şaredariya Bajarê Mezin û KCD'ê ji bo min sera danîn. Ez gelek keyfxweş bûm. Niha jî min sewzeyên cûr bi cûr danîne. Dema ku ew jî gihêştin ez ê wan jî bi firoşim û debara mala xwe û zarokên xwe bikim. Hemû jin dikarin bi hatina biharê re dest bi karê bostanan bikin. Ez 20 sal in li Wanê dijîm û min tu caran ji dikanan sewzeyan nestandiye. Ji bo tendûrîstiyê jî mirov bostanên xwe danê dê baş bibe. Jin jî bila hewcekarê zilam û dikana nebin û dev ji çanda çandiniyê bernedin."

(hk-htk/rc)