'Emê bi gulên xwe derkevin 1'ê Gulanê'
12:10
JINHA
STENBOL - Ji ser dezgahên gulfiroşan banga 1'ê Gulanê: "Li her devera cîhanê vê rojê weke cejnê pîroz dikin, tenê li gel me şer heye. Bila qedexe nekin, emê bi gulên xwe, dehol û zirneyên xwe derkevin vê meydanê."
Ji 1'ê Gulanê re çend roj man. Em jî ji bo hînbûna nêrînên ên ku keda wan nayê dîtin di derbarê 1'ê Gulanê de hîn bibin daketin kolanan. Em dîroka 1'ê Gulanê nepeyîvîn bêguman, lê me carekdinê jî dît ku ji bo kedkaran wateya 1'ê Gulanê nayê guhertin. Ne bi gotinên mezin û hevokên dirêj; daxwazên xwe raste rast û zelal dibêjin; "Ne koletî em jiyanek weke mirovan dixwazin."
Gulzade Yorgun a 59 salî ku li Kuştepeyê hatî dinê û mezin bûyî, jiyana xwe hîna li Kuştepeyê berdewam dike. Ev 42 salin li Taksîmê gul difiroşe. Despêkê li gelek deverên Taksimê geriya paşê jî li Meydana Taksimê dest bi firotina gulên renga reng kir...
'Zarokên min di selikên gulan de mezin bûn'
Gulzade, wiha axivî: "Min ruyê dibistanê nedit. Bavê min bi hişmendiya 'zarokên keç divê nexwînin' ez ne şandim dibistanê. Min di 17 saliyê de dest bi firotina gulan kir... Ji wê rojê heya niha di zivistan, berf û baranê de ez li vê meydanê gulên xwe difiroşim. Zarokên min di van selikên gulan de mezinbûn. Ez neçume dibistanê lê di her mijarê de agahiyên min hene. Dema ku mirov li Taksimê kar dike, ji her gelan mirovan dibîne. Êdî ji demekê û şon de mirov digihije, her tiştî hîndibe û digihije."
'Ger mirov li Taksimê bixebite ma gengaze 1'ê Gulanê nezane?'
Gulzade berdewam dike; "Em li vêderê dijî keça min; ji roja me 12-13 saet li vêderê derbas dibe. Ma dema mirov li Taksimê bijî, 1'ê Gulanê û Geziyê nezane gengaze? 1'ê Gulanê roja me ye jî, ji ber em karê xwe dikin, em ne paşane! Em weke koleyan dixebitin wiha nanê xwe bidest dixin. Êdî em nikarin debara xwe bikin. Ji ber kar nîne, her roja diçe kar hîn zêdetir zor dibe. Em di malê de neh kesin, tiştên em bidest dixin bi zorê têra nanê me dike. Ez û hevserê xwe em serê sibê saet di 7'an de tên vêderê; êvarî jî di saet 9'an de diçin. Ez bêjim hema qet qazanc nîne, ji ber kî tê fiyet dipirse û qet nayên firotin."
Gulzade dema dipeyîve hêrs dibe û peyama 1'ê Gulanê jî bi vî awayî da: "Bi qedexekirina 1'ê Gulanê re em naxwazin carekdin vêderê vegere meydana şer. Em dixwazin weke cejnê bi hev re pîroz bikin. Li her devera cîhanê weke cejnê tê pîroz kirin, tenê li gel me dibe roja şer. Bila wê rojê qedexe nekin, em bi gul, kulîlk, dehol û zurineyên xwe dervekin vê qadê..."
'Êdî li vî welatî kes kêfxweş nîne'
Li ber pêlekanên Mizgefta Firuzaga ya Cihangir em rastî Necmiye Çakar a 48 salî û selikên wê yên gulan hatin...
Dema ku me "1'ê Gulanê" pirsî Necmiye bersiva "cejne" da û got: "Ji bo pîrozbahiya cejna karkeran em wê rojê tên Taksimê. Lê desturê nadin. Ez tenê carekê tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûme. Wê rojê jî rageşî çêbû, ez êdî tevlînebûm. Ger destur bidin û bûyer dernekevin dixwazim beşdarbibim. Ji xwe mirov bi zorê debara xwe dikin, cejin jî nabe... Êdî li vî welatî kes kêfxweş nîne. Ez saet 9'an têm, heya 9'ê şevê li vêderê me. Bi qasî diniyayekê mirov tên û diçin, ez li ruyê wan dinêrim her kes xemgînin. Mirov dixebitin lê ji bo têrkirina zigê xwe."
'Em weke mirovan bijîn ne wek koleyan'
Necmiye bê navber didomîne û dibêje: "Berê kar nîn baştirbû. Me bi têrî tiştên malê digirtin. Em niha bi zorê dikarin şorbeyekê çêkin. Ev 2 salin wihaye. 4 zarokên min hene, du ji wan zewicîne. Lawikek min 17 salî astengdarê hişe û keçek min a 6 salî heye. Her tim keça min li vêderê bi min re ne. Sala bê ezê bişînim dibistanê. Lê dê çawan bibe nizanim. Heta qeyîdên dibistanê jî bi qasî diniyayê pere dixwazin. Ev 21 sale em ji bo têrkirina zigê xwe dixebitin. Em ne ji bo xwe ji bo zarokên xwe ditirsin. Dê bi vî awayî çawan bibe? Bila êdî tiştek çêbibe em jî weke mirovan ne wek koleyan bijîn. Bila em weke mirovan bijîn ku em cejnên xwe jî ji nava dilê xwe weke cejnan pîroz bikin."
(zt)