Ji jinên Sendîkalî banga tevlîbûna 1'ê Gulanê
09:00
JINHA
AMED - Jinên Sendîkayan bi boneya 1'ê Gulanê Cejan Kedkaran a ku dê li Qada Îstosyê ya Amedê pêk were banga tevlî bûnê kirin û gotin: "Ji bo em li hember şer daxwaza xwe ya aştiyê biqêrin divê hemû kedkar 1'ê Gulanê li qada bin."
Bi peşêngiya Platforma Demokrasî û Ked a Amedê dê 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê miting bê li darxistin. Hevseroka Şaxa 1 Nolu ya Sendîka Ked a Giştî DÎSK a Amedê Zeynep Demir Akçer diyar kir ku îsal 1'ê Gulanê dibin siya şerde maye û wiha dom kir: "Em ê 1'ê Gulana îsal li hember îstîmlaqê, şer û gasp kirina jiyanê bi rihê têkoşîn pîroz bikin. Bila ciwan, jin û kesîmên civakî saet di 13.00'an de li qada Îstansyonê bin. Bila bi teybetî jin li hember polîtîqayên zagona torbe 1'ê Gulanê li qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin."
'Ji bo daxwaze aştiyê 1'ê Gulanê emê biqêrin'
Hevseroka Şaxa 1 Nolu ya Egitim- Sen a Amedê Hava Karahanci jî da zanîn ku divê 1'ê Gulanê hemu kes li qadan bin û aştîyê qir bikin û wiha axivî: "Em di nava şer dene. Ji bo em ji travma şer xilas bibin divê 1'ê Gulanê bibe pêvajoya aştiyê û em bi salane roja kedkaran bi êş pîroz dikin, ji bo wê 1'ê Gulanê girînge. Em ê 1'ê Gulanê ji bo şer bi dawî bibe li qada Îstasyonê bên bahev û aştiyê bixwazin. Em wek kedkar hemu xebatkar û kedakaran vedxwînin qadan."
(dt/zt)