Suphiye ev 25 sale hilbirînên kedê destan dide jiyandin
09:01
Rojbîn Kaçan / JINHA
MÊRDÎN- Suphiye Tekîn (45) ku hêj 13 salî bû dest bi çêkirina hilbîrînên keda destan kir û li ser piya xwe disekine diyar kir ku piştî hilberînên fabrîkayan derketin wateya keda destan nema.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jina bi navê Suphiye Tekîn (45) ev 25 sale debariya xwe bi çêkirina hilberînên keda destan pêk tîne û hemû pêwistiyên zarokên xwe bi cih tîne. Suphiye dema ku hêj zarok bû malbata wê destûr neda ku biçe dibistanê. Ew jî ji bo aboriya xwe dest bi çêkirina hunerên destan dike û bi salan e bi keda destê xwe debariya xwe dike. Suphiye anî ziman ku di temenê xwe ya biçûk de hes nedikir ku vala bisekine û got: " Ji ber temenê min biçûk bû dayika min destûrê nedida ku ez tiştan çêkim. Lê min bi dîzî çêdikir û tiştên min çêdikir ji bo aboriya xwe difîrot. Malbata min destûr neda ku ez biçim dibistanê. Ez jî ji hevalên xwe fêrî çêkirina karê destan bûm, di heman demê de fêrî xwendîn û nîvisandinê jî bûm."
'Ez piştgirî didim malê xwe'
Suphiye anî ziman ku ji bo pêdîviyên zarokên xwe pêk bîne dema zewîciye jî karên destan berdewam kiriye û hemû bi saya pereyên ji karên destan tên aboriya mala xwe re bûye alikar û wiha pê de çû: "Ez roj bi roj di karê xwe de bi ser ketim. Derdora yazmeyeyan bi derziyê neqşan çêdikim. Ji bo zarokan jî kincan çedikim. Dîsa bi tixî gelek neqşên cûr bi cûr çêdikim. Tiştên ku ez çêdikin nîşanê heval û dostên xwe didim. Ew jî dema diecibînin jî min dikirin."
'Bi vê awayê min nîşanê zarokên xwe da ku dema jin bixweze dikare her tiştî bike'
Suphiye di berdewamiyê de ev tişt got: "Dema hevjînê min kete girtîgehê min got gelo ez ê çawa debariya xwe bikin û zarokên xwe xwedî bikim. Pereyê min tune bû ku ez ji zarokên xwe re şîr bistinim. Dema ez ji bo hevdîtina hevjînê xwe çûm girtîgehê jinek tirk min nas kir. Wê ji min re got ku ew pêlavan têdike û eger tu bixwazî tu jî çêke. Min jî çêkir. Deme dirêj min pêlavan dirût û aboriya xwe pêk anî. Pereyê ku min ji çêkirina pêlavan bidest dixist ez gelek keyfxweş bûm. Bi dirûtina pêlavan re jî min dest bi çêkirina karê destan kir. Min demek dirêj debara mala xwe wiha pêk anî. Bi vê awayê min nîşanê zarokên xwe da ku dema jin bixweze dikare her tiştî bike."
'Di serî de divê jin ji xwe bawer be'
Suphiye destnîşan kir ku dema jin bixweze dikare her tiştî bike û axaftina xwe wiha domand: "Bila jin nebêjin ez nikarim. Tenê bila hewl bidin xwe, dê wê demê bibînin ku dikarin her tiştî bikin. Divê jin di serî de ji xwe û hêza xwe bawer bin." Suphiye di dawiyê de got ku piştî hilberiyên fabrîqeyên derketine tu wateya keda destan ne may û gel êdî wan tercîh nake.
(ho/rc)