Jinên karkerên kiştûkaliyê heqdesta xwe dixwazin
09:15
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Yek ji sektorên mêtingeriya kedê yên herî mezin jî sektora kiştûkaliyê ye ku karkerên jin têde demsalî dixebitin e. Jinên di sektora kiştukaliyê de dixebitin gotin ku ew heqdesta xwe nagirin, ji neçarî di sektora kiştûkaliyê de bixebitin.
Karkeriya kêm mûçeyî, mêtingeriya kedê yê heri zêde sektora kiştukaliyê ye. Jinên karkerên kiştûkaliyê yên demsalî gotin; "Em rojekê kar nekin em ê birçî bimînin." Karkerên di zeviyên Çukurovayê de kar dikin gelemperî jinin, yekek ji wan dayika 4 zarokan a ducanî Fatma Otken e. Fatam diyar kir ku ew zarokên xwe di mal de dihêle û diçe zeviyan de kar dikie. Fatma got ku bi salan e karkerê kiştûkaliyê dike, ji ber ku niha ducan e pir zehmetiyê dikişîne ji belê neçare kar bike
'Neçarim ku tehemûlê bikim'
Fatma, da zanîn ku wê bi dilê xwe zarokên xwe xwedî nekiriye û wiha domand, "Rêveçuna wan, axavtina wan a yekem min nedît. Min her tim kar dikir û wan jî bêdayik hêşt. Ji belê ez rojekê kar nekim zarokên min dê birçî bimînin. Ji ber vê yekî min xwe zarokên xwe mehrûm hêşt wan jî ji xwe mehrûm kir" dibeje ku neçarim ji bona zarokên xwe wan zehmetiyane bikişînim. Dema zarokên wê nexweş dikevin tiştek destê wê de nahê, ji ber destengiya aborî nikare biçe saziya tenduristiyê zarokên xwe tedawî bike."
'Rojane 45 milyonî kar dikin'
Fatma destnîşan kir ku , her serê sibê 05.00 an jî 06.00 de necar dimine diçe zeviyan de kar bike, şevan jî direng vedigere malê. Fatma bilêv kir ku ew rojane 45 milyonê kar dike û wiha berdewam kir; "Carnan em perên xwe di destê navbeynkaran de bi zorî hildigirin carna jî xwediyê zeviyê baş derdikeve em destheqê xwe zu hildigirin. Hinek kes jî hene me gelek tengasiyê de dihêlin."
'Jiyan rewşek wisa de ye nayê kêşandin'
Karkerek din a kiştûkaliyê Hatîce Yılmaz a 35 salî jî bilêv kir ku gelek kedkar hene ew jî di nav de pirsgirêkên tenduristiyê wan hene, lê tiştek ji tişt destê wan nayê, "Em vê mehê kartolan kom dikin. Niha hewa hinek hênike ji belê piştî mehekîtir pir gerim dibe û em dizanin ku em ê gelek zehmetiyê bikişînin. Ger em kar nekin jî em ê birçî bimînin ji ber vê yekî jî em neçarin tehemûl bikin. Jiyan rewşeke wisa deye nayê kêşandin."
karkerek di a kiştûkalê ku dayika 5 zarokan Guler Akbulut (55) jî da zanîn ku cend sal berê ew ji navceya Pirsusa Rihayê ji ber destengiya aborî koçî Edeneyê kirine. Guler destnîşan kir ku karkeriya kiştûkaliyê pir zehmete lê ji bo zarokên xwe necare tehemûl bike û got; "Ez nexweşiya bêhntengî me. Hinek rojan nefesê nikarim hilbigirim. Ez hatime vê temenê hêjî kar dikim."
(my/zt)