Jinên karker ne li qadan li baxçeyê portaqelan roj borandin…
09:03
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Têkîldarê rojê 1'ê Gulanê me ji jinên karkerên çandiniyê pirsê wateyê rojê kir. Jinên karker ên ku neçar mane rojê 1'ê Gulanê jî bixebitin wiha gotin, "1'ê Gulanê hatî bi xêr hatî, lê belê ji bo kê hatî em nizanin."
Di 1'ê Gulanê de karker li bajaran daketin qadan û dexwazê mafê xwe kirin. Jin û zarokên ku kedê wan di nava axên bi bereket yê Çukurovayê hatî bê nirx kirin, di 1'ê Gulanê de ne li qadan, li nava kar de demê xwe borandin. Karkerên ku dibêjin "Eger em nexebitin em ê birçî bimînin" di nava baxçeyê portakalan de bi xebatê derbaskirin roja xwe. Jinên ku li hember şertên xebatê ên giran raperînê dikin, diyar kirin ku kes bi çavê karkeran jî li wan nanire û gotin divê şert û mercê karkeran bê başkirin.
'Ji bo jiyankirinê em neçarin bixebitin'
Nergîz Yilmaza ku berî 30 salan ji Cizîrê neçar maye koçî navçeyê Seyhana Edenê bike û di baxçeyê gundê Karayusufluyê de bixebite, diyar kir ku ew bi şert û mercên zehmet re rû bi rû mane. Nergîz da zanîn ku ji ber şertê giran ên maddî nekariye zarokên xwe bide xwendin û wiha domkir, "Em ji şefaqê tên nava baxçê û saet 17.00'an de vedigerin malê. Zivistanê gelek sare û havînê jî germe. Em gelek zehmetî dikêşin, lê tiştek em bikin nîne." Nergîz bilêv kir ku roja 1'ê Gulanê jî xebitîne û wiha pêde çû, "1'ê Gulanê em hatin nava baxçeyê portakalan de xebitîn. Em rojek nexebitin em ê birçîbin. Em ewlekariyê can, tenduristî û sigorta dixwazin. Divê saetên karkeran bên kêm kirin û şertên me baştir bibe."
'Di cejna karkeran de jî em xebitîn'
Zeynep Samuk diyar kir ku ew 26 sale li nava zeviyan de dixebite û wiha berdewam kir, "Dibêjin 1'ê Gulanê hatî. 1'ê Gulanê hatî bi xêr hatî, lê belê ji bo kê hatî em nizanin." Zeynep anî ziman ku wan di roja 1'ê Gulanê de xebitîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelek car min dengê xwe da AKP'ê lê qet tiştek ne hat guhertin. Sûdek neda me. Eger em deng bidin jî em ê bixebitin, eger nedin jî em dixebitin. Ez rojê cejnê jî nizanim."
'Bila 1'ê Gulanê jî ew pîroz bikin'
Gava tê gotin karkerên çandiniyê bê guman binpêkirina kedê zarokan jî tê bîra mirovan. Melek Kiliça 13'e salî jî yek ji wan zarokane. Melek li hember bê mafiyê raperîn kir û wiha got, "Saleke ez dixebitim, beramberî kedê min gelek kêm tê dayîn. Dewlet qet alîkarî nade me, divê em bixebitin, lê ji ber pergala heyî em nikarin. Em tevlî cejna 1'ê Gulanê nebûn, ji ber em li ser karbûn. Bila 1'ê Gulanê jî ew pîroz bikin."
'Ji bo me jiyan nava baxçeye'
Gûlîstan Yilmaz (15) neçar maye dev ji dibistanê berde û di nava baxçeyê de bixebite. Gûlîstan got, "Carnan dinêrim jiyanê me tev bûye baxçe. Em di nava xeyalên ku wê pêk neyên de dijîn. 1'ê Gulanê ne ji bo min ne ji bo dayîka min û ne jî ji bo tevahî karkerên vir tu wate îfade nake. Ji ber kes bi çavê karkeriyê jî li me nanire. Hayê kes ji me nîne."
(rc)