Jinên Colemêrgê dest bi kolana erd û çandiniyê kirin
09:49
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgî bi hatina demsala Biharê re li baxçeyên xwe dest bi karê çandinê kirin. Di saetên serê sibê yên zu de jin dadikevin nava bîstanên xwe û dest bi karê çandiniyê dikin.
Jinên Colemêrgê bi hatina biharê re dest bi çêkirina bistanan û çandinê kirin. Jinên ku li taxa Keklipinarê dijin xebatên bi hev re dest bi xebatên çandiniyê kirin. Jinên taxê ji dema çandina zebzeyan heya çinîna wan bi hev re dixebitin. Berhemên derdikevin jî hem li hev par dikin, hem jî pê debara mala xwe dikin. Jinan li baxçeyan dest bi çandina firingî, xiyar, zebeş û sebzeyên cûr bi cûr kirin. Jin bi seatên sibêhê radibin gava ku karê malê dikin paşê bi hev re diçin baxçeyê çandinê dikin. Jinên ku di serê sibehê de dest bi karê çandinê dikin destpêk gava baxçeyên xwe av didin pişt re ax nerim dibe û bi hêsanî zeviyan dikolin. jin li ber karê çandiniyê re jî stranan dibêjin.
'Bihar reng dide jiyana me'
Yek ji jina ku li baxçeyan çandiniyê dike Asmîn Duran diyar kir ku jin bi çandina axê jiyanek hevbeş û keyfxweş didin jiyan kirin. Asmîn ani ziman ku jin ger ax nebe an ji xweza nebe nikare bêhnê birgire û wiha axivi; "Em serê Sibê zu radibin karê çandinê dikin. Despêkê em bîstanên xwe avdidin heya nerm dibe, paşê jî em dikolin hinek li ber tavê dimîne paşê jî dest bi çandiniyê dikin. Heya dawiya biharê xebatên me yên çandinê berdewam dikin. Bihar reng dide jiyana me, ji ber bi axê re mijulbûn aramiyê dide mirovan."
"Karê Çandinê keyfxweşiyek pir mezin dide me"
Jina bi navê Hûlya Duran ji ani ziman ku bi çandinê jin bi hev re kom dibin û Sohbetan dikin û wiha got: "Em ne bi tenê li baxçeyên xwe kolandinê an ji çandinê dikin. Em her deveran bi hatina demsala biharê re wekî ku zindibûna axê ye em gulan diçinin û pişt re bi zilaman re gel jiyanek wekhev zeviyan dikolin. Em kijan cihê vala bibinin, em diçînin xweza ger nebe mirov nikare bijî. Em jî ji bo ku jiyanê şîn bikin hemû derdorên xwe diçinin. Gava ku em jin çandinê dikin jî bi hev re tên sohbet dikin û car caran stranan ji dibêjin, karê çandinê keyfxweşiyek pir cûda dide me "
(zt)