Divê ebetî bikeve çarçoveya ‘karên giran û bi xeter’

13:20

JINHA

WAN – Bi munasebeta hefteya Ebeyan Şaxa SES’ê ya Wanê daxwaz kir ku ebetî bikeve çarçoveya ‘karên giran û bi xeter.’

Şaxa SES’ê ya Wanê bi munasebeta 21-28’ê Nîsanê daxuyaniyek nivîskî da. di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ebe ji ber karê giran di alî tenduristî, jiyana civakî û ewlehiya kar de pirsgirêkên giran dijîn. Hat destnîşan kirin kul i Tirkiyeyê ebe hem di qada cemawerî de û hem jî di qada tenduristiyê de ji bilî têgeha karê xwe wêdetir, li karên din jî tên ferzkirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bernameya veguhestina tenduristiya Neolîberal pirsgirêkên pîşeyî yên ebeyan mezin kiriye û tê xwestin ku ebetî bi hêmaya elemantiya tenduristiya alîkar bê meşandin. Di bin navê hekîmtiya malbatî de hatiye bazirganîkirin û bi vê yekê re ebeyên di vê qadê de dixebitin wek elemanên tenduristiya malbatî hatine kodkirin. Sînorên peywira pişeya ebetiyê ketiye rewşeke nezelal û serbixwebûna vê pîşeyê tine tê hesibandin.”

Her wiha hat daxuyandin ku divê ebetî bikeve çarçoveya ‘karên giran û bi xeter’ û hat gotin ku divê demildet bikevin nava tevgerê û cih dan van daxwazan:

-serî nifûsa welîlîdinê divê hejmara ebeyan bê zêdekirin û valahiya personel bi kadrobuyînê bê îstîhdamkirin.
-divê qanûna ebetiyê bê derxistin û divê navê vê pîşeyê ji nezelalbûnê derkeve, divê ebe êdî bi karên din neyê rû hev hiştin.
-Divê Ebetiyê bigirin çarçoveya ‘karên giran û bi xeter’ û divê ebe demildest ji zema pêvajoya xizmeta fîîlî fêdeyê bigirin.
-Divê pereyên prîm di teqawîtbûnê de bi bandor be û divê bi awayekî adîlane bê belavkirin.
-Divê li cihên kar pêkanînên pêşî li tacîz û şîdetê vedike bên zêdekirin û divê hemû xebatkar ji alîkariya hiqûqî fêdeyê bigirin.
-Divê li her cihê kar xizmeta kreşê bê dayîn.

(hu)