'Pergal xebata dervayê qeydê ser me ferz dike'

11:30

JINHA

AMED - Emine Oksuz a ji atolya parçeyan digire, li malê dixebite û serê her parçeyan destheqê digire got: "Pergal xebata derveyî qeydê ser me ferz dike. Ji bo debara mala xwe ez dixebitim."

Jinên karê atolya li malê dikin piranî jinin. Jinên ku bê qaydî di xebitin ser parçeyên cilan kar dikin. Jin bi pereyek kêm serê parçeyan distînin. Ji bo rolê civakê ji wan re pîvane li malê dixebitin. Jinan diyar kirin ku bi vî rengî hem karê malê dikin, hem jî li zarokên xwe meyze dikin. Ji ber vê jin 'tercîh' dikin li male bi xebitin.

'Ji keda jinan re ne rêzdarin'

Jina ku karê atolyê li malê dike Birgul Bahçeli diyar kir ku heya nîvê şevê di xebite serê parçeyên cilan 10 quruşan digirin û wiha domand: "Ev 2 mihe ez vî karî dikim û min xwest li mal kar bikim. Hevala me ji mere morîkan tene, piştî ku me kar qadand ew tê dibe. Ev hertim wiha tê guhertin. Karek bi zevke. Carna dibe di rojekê de bi dawî bibe, carnan jî di du rojan de dibe bi qade. Şevna jî ez bê xew dimînim û ji bo ku ez bi qadînim heya şevêqê di xebitim. Ji aliyê aborî de carna 40 TL carna je 10 TL tê guhertin. Gava ez vî karî dikim di heman demê de jî civakî dibim. Bi dahata tê ez kêmayiyê mutbexê distînim û ez ji hevjinê xwe pere nastînim. Hertim keda jinê tê xwarin ev diyare."

Emine Oksuz jî bilêv kir ku ew karê atolyê li mal dikin û wiha berdewam kir: "Ez vî karî ji ber li malê rehetim dikim. Serê perçeyê em 10 kuruş distînin, gava em hertim di xebitin 500 TL distînim. Ji bo jinekî 10 kuruş jî girînge ji ber ku keda jineyê. Ev kar hem kedê û hem têkoşîne. Ev kar nîşeneya hêza jiyneye."

Emine destnîşan kir ku ev kar bê qayde sistemê ser me daye ferz kirin û wiha dom kir: "Ez ne ji bo pere zêde kardikim, ji bo ez karibim debara mala xwe bikin. Bê qeyd bûna xebitandina me, encamê tiştên ku ser gelê kurd tên ferz kirine. Hun îro deriyê kîjan malê vekin hunê ji 100'î 99'an heman tiştî re rû bi rû bimî in. Dema jin keda xwe dibîne hêviyên wê yên jiyanê zêdetir dibin. Nêrînên jinê yên jiyanê tên guhertin. Gava jin ji xwe bawer be tiştek namîne ku neke. Jin dikare bibe şoreşvan û berxwedêr. Jin li kur be dikare keda xwe qezenc bike."

(dt/zt)