‘Bi qanûna karkeriya kirê’ koletî tê ferzkirin, teqawîtbûn dibe xeyal!
09:48
Habibe Eren/JINHA
ENQERE - Bi hevkariya Buroyên Îstîhdama Taybet, AKP’ê pêşnûme qanûna ‘karkeriya kirê’ ji meclîsê derbas kir û ev pêkanîn ji aliyê rêxistinên kedê û sendîkayan ve wek ‘koledariyê’ hat bi navkirin. Sekretera jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy, bandora neyînî ya li ser jinan a vê qanûnê nirxand.
Pêşnûme qanûna ku modela xebata bêewlehî dihundirîne, tevî ku karker û sendîka li dij vê derketin jî bi dengên AKP’ê li Meclîsê hat qebûlkirin. Hinek xalên pêşnûme qanûnê wiha ne: “Têkiliya karê ji bo demekê, bi hevkariya Buroyên Îstîhdama Taybet (OIB) li kargeriyên girêdayên şîrket, an jî hondîngan dikare bê peywirdarkirin. OIB’yan ji Saziya Kar a Tirkiyeyê , rayeya têkiliya karê ji bo demekê girtye, bi karsaz re peyman dikare bike û karkerê xwe ji bo demekê bide karsaz.
“Li şûnda kesên derketiye destura welîdînê, kesên ku diçin leşkeriyê û xebatkarên ku peyamana karê wî hatiye sekinandin, dikare kesên din bê girtin û di van rewşan de berdewam bike. Di xizmetên karkeriya çandî ya demsalî, karê paqijiyê, lênerina li nexweş, zarok û extiyaran de,beyî sînorê demê hebe, wê karker bê kirê kirin.
Di Karên ku ji karê rojane yê kargeriyê nayê hesibandin, di karên ku ewlehiya kar û tenduristiya kar lezgîne de an jî derketina holê ya sedemên dide zorê de wê, beyî karê demsalî di zêdebûna karên ku hewcedarî pê heye de wê herî zêde 4 mehan karkerên kirê bên xebitandin.
Ji bilîkarên demsalî di zêdebûn karê demî de bi tevahî dikare 8 mehan karê bo demekê bê dayîn.
Di dema grev û lokavtê de di çarçoveya têkiliya karê ji bo demekê wê karker bên xebitandin.
Di sazî ûlijneyên cemawerî de di madenan de wê karker bikaribin bixebitin. Di kargeriyên ku bi tevahî karker ji kar derxistine, 8 meh şûnde dikare karker bên kirêkirin.”
Di çarçoveya vê qanûnê de karkerên wek karkerên kirê tên xebitandin nekarin tezmînatê bigirin û ne xwedî vî mafî ne.
Teqawîtbûn bi şerta 45 sal xebatê
Li dijî îdiaya ku bi armana pêşî li neqeydkirinê bigirin derketiye, têkildarî ku wê îstîhdama karker berdewam bike de ti sererastkirin tine. Her wiha karkerekî ku salê 4 mehan bixebite ji bo teqawît bibe divê 60 salan bixebite û ji bo teqawîtbûna beşî jî 45 sal pêwiste.
‘Ev qanûn di alî AKP’ê de ne pêşketineke nû ye’
Sekretera Jinê ya KESK’ê Gulîstan Atasoy axivî û got AKP hînbûye di nîvê şevan de qanûnan çê dike û qanûna ‘karkeriya kirê’ jî mînaka dawiye. Gulîstan da zanîn kudi serî de bandorê li ser jinan û li beşeke mezina civakê dike û got ev bi awayekî lezgîn ketiye rojeva lijneya giştî û bûye qanûn. Gulîstan wiha got: “Ev ji bo AKP’ê ne tiştekî nûye. AKP’ê zêdekirina îstîhdamê bi rêbaza xebata bê ewle girêdaye.”
‘Ev xebateke li gor rêveberiya faşîzane’
Gulîstan diyar kir ku ev qanûna ku AKP di meclîsê de derbas kiriye, xebateke li gorî rêveberiya faşîzane û mirov dikarin bêjin sererastkirineke qanûnî ya kuwek modela îstîhdamê tê dest girtin. Ji berk u wê karker ji her cureyê mafê hiqûqî û kanûnî bêpar bihêle.
‘Wê herî zêde bandorê li ser jinan bike’
Gulîstan wiha berdewma kir: “Li şûna kesên çûne leşkeriyê, kesên ku peymana wan ya kar hatiye sekinandin û kesên derketine destura welîdînê wê karkerên kirê bên girtin. Di karên paqijî, karkeriya demsalî de piranî jin dixebitin. Ji ber vê jî wê bêtir bandorê li ser jinan bikin.”
(hu)