Atolyeya Jinan a Hêvî Umut ji jinan re bû hêvî
09:08
Zeynep Akin/JINHA
ÊLIH – Li Atolyeya Jinan a Hêvî Umut ku girêdayê Şaredariya Êlihê ye, koma xebatê ya jinan ava kiriye bi awayekî kolektîf dixebite û aboriya komunal ava dikin.
Atolyeya Jinan a Hêvî Umut ya Şaredariya Êlihê ev 5 salin di qadên cuda de xebatên atolyeyê ji bo jinan dimeşîne. Li vê atolyeyê xebat zêdetir li ser tercîha ku jinan tevlî hilberînê bikin û di alî aborî de hatina wan hebe, tê sekinandin. Niha jinên di atolyeyê de kul i taxa Petrolkentê ye dixebitin, ji derveyê welat jî sîparîşan digirin.
‘Jiyan hevpar esas digirin’
Koordînatora Atolyeya Jinan a Hêvî Umut Gurbet Nas wiha got: “Niha di atolyeyê de komeke ya ji 5 hevalên jin pêk tê heye. Ev koma me nêzî salekê ye xebatê dimeşîne. Li Atolyeya me perwerde dîtine û beşdarî atolyeya me ya hilberînê bûne. Ev hevalên jin bi hêviyek mezin, bendewariyek mezin di vê komê de cih girtin. Di encama salekê de ji Hêviyê re bûn hêvî.”Gurbetê got ew li taxa Petrolkent ya 20 hezar nifûsa wê heye xebatê dimeşîin û got: “Dema em vê xebatê dimeşînin, nêzîkatiyek me hebû. Em jinan tînin cem hev û em jiyana hevpar esas digirin.”
‘Emê bi hevre xurtir bin’
Gurbetê da zanîn ku ew ji xebatên xwe endamên xurtir derxînin holê û wiha berdewam kir: “Em di vê koma xebatê de, di vê komunî de dibînin ku jin çawa di qada aborî de bi bandore, jiyanê çawa bi destê xwe ava dike û çawa xwedî li çanda xwe derdikeve.Em di wê baweriyê de ne ku emê cihê jinê yê di hilberînê de zêde bikin. Niha li Petrolkentê ye lê wê li hemû taxên Êlihê ev xebat berdewam bikin. Ji ber ku feraseta me ya rêveberiyên herêmî vê hedef dike. baweriya me heye ku hemû kes beşdar bin.”
Fîkriye Oguz jî ku di koma xebatê ya Atolyeyê de cih digire got ew ji vê derfetê gelek kêfxweş e û got: “Em 5 hevalên jin li vir dixebitin. Em her cureyê cil û bergên jinan didurin. Em xişir çêkirin. Em van hilberînan difiroşin. Em li 5’an parve dikin. Ev atolyeya şaredariyê vekiriye ji bom e gelek baş bû. Em bi hev re dixebitin, bi hevre qezenc dikin.”
‘Cesareta min zêde bû’
Nurşen Balik jî got: “Heta ku em bi hev re bixebitin û piştgiriyê bidin hev ti kes li pêş me nabe asteng. Bixwebawerbûna min zêde bû. Cesareta min zêde bû. Ev ji bo me bu çavkaniya debarê. Em kirê nadin. Avê nadin. Emê vê koma xwe mezin bikin.”
(hu)