Li Tirkiyeyê navê karkerên malê yên jin tine!
09:52
Duygu Erol/ JINHA
ENQERE- Li gorî îstatîstîkan li Tirkiyeyê ji mîlyonekî zêdetir jin karkeriya malê dikin. Lê qanûnê de û qanûna kar de sererastkirineke û pêkanînek tine. Piraniya jinên karkerên malê di bin şert û mercên giran de û bê ewlehî dixebitin. Têkildarî mijarê de em bi karkera malê û endama damezrandina sendîkaya Karên Malê ÎMECE’ê Munîre Unal re axivîn û diyar kir ku li Tirkiyeyê jinên karkerên malê nayên dîtin û kesên kar didin me jî dibêjin ‘jina tê mala me’ û ‘jina me’.
Li Tirkiyeyê keda jinê li ti qadê nayê dîtin. Gelek jin di karkeriya malê de dixebitin, di civakê de, di qada ewlehiyê de tê dîtin. Jinên vî karî dikin bi gotinên ‘jina tê mala me’, ‘jina me’ tên bi navkirin. Endama damezrandina sendîkaya Karên Malê ÎMECE’ê Munîre Unal Qaşo diyar kir ku bi qanûna torbe hat dîtin lê di esasê, zêdetir bêewle kirine. Munîre Unal got: “Şûştina xaliyan, papijkirina cam, derî, koltix, dolabên mutbexê, şuştina cilan, utu, ger hewce be xwarin;heta ev kar neqedin em saeta me ya çayê, xwrin û bîhndanê tine. Xwarina çend roj berê mayî, dibêjin vê bixwin. Yanî sifatek me tine.”
‘Jinên karkerên malê tine ne’
Munîre da zanîn ku li Tirkiyeyê karkerên malê yên jin tinene û got: “Karên malê ne di qanûnan de, ne di civakê de û ne jî li malê tê dîtin. Li gorî îstatîstikan ji mîlyonekî zêdetirin. Li gorî min hêj zêdetire. Ger li gorî qanûnan karê me nayê nasîn û ji ber vê em di şert û mercên giran de dixebitin.”
‘Saeta xwarin û bîhndanê tine’
Munîre bi lêv kir ku her sibeh wek karker, memurekî diçin qadan xebatê û heta karê malê neqede xebata me berdewam dike û got: “Ne saeta me heye û ne jî karê me tê nasîn. Heta karê wê malê neqede em li wirin. Şûştina xaliyan, papijkirina cam, derî, koltix, dolabên mutbexê, şuştina cilan, utu, ger hewce be xwarin;heta ev kar neqedin em saeta me ya çayê, xwrin û bîhndanê tine. Xwarina çend roj berê mayî, dibêjin vê bixwin. Yanî sifatek me tine. Unvana karê me tine. Ji me re dibêjin ‘jina tê mala me’, ‘jina te çawaye, ti jê kêfxweş î? Ya ez qet jê ne razîme’. Em wek karker nayên dîtin.”
‘Em hewl didin karkerên malê rêxistin bikin’
Munîreyê naskirina xwe ya Sendîkaya Karkerên Malê ya ÎMECE’yê û beşdarbûna xwe wiha vegot: “Min di salên 2000’î de ÎMECE nas kir. Komeke jinên karkerên malê hatin cem hev û rêxistin kirin. Destpêkê kooperatîf ava kirine û piştre komele. Bi saya vê komeleyê min ÎMECE nas kir. Me bi hev re xebatên xwe meşand, mezin kir. Em karkerên malê rêxistin dikin. Em perwerdehiyan didin. Em armanca sendîkaya xwe vedibêjin. Sîgorteya me kesî tine. Em van vedibêjin. Em mafê jinan vedibêjin. Ji bo bibin endamên komeleyê divê sîgorteyên wan hebin lê mixabin tine.”
‘Ez li ser hevserê xwe bi sîgorte me’
Munireyê wiha berdewam kir: “Keda jinê nayê dîtin. Em hewl didin ev ked bê dîtin. Fîlmê Toz Bezî jiyana karkerek malê vedibêje. Wek di fîlm de jî tê dîtin ,em ji jinan dipirsên sîgorteya we heye. Piranî dibêjin na. Dibêjin em ji xwe li ser hevserê xwe sîgortekirine. Hevserê xwe ji xwe re we ewlehî dibîne." Munîre da zanîn ku wê fîlm Toz Bezî gelek ecibandiye lê hîna pişt hene û got: “Tenê li ser xalên girîng sekinîne.”
‘Qanûn ji bo karên malê ne derbasdare’
Munîreyê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi dehan carî çûn meclîsê. Me bi parlamenter û wezîran re hevdîtin kir. Me daxwazên xwe gotin. Lê ti encam derneket. Li gorî qanûna torbeyê ti ji 10 rojan zêdetir biçî malekî divê sîgorteya te bê çêkirin. Li gorî qanûna sîgorteyê ti karkerekî rojekê jî bidî xebitandin divê ti sîgorteya wan çêbikî.Lê bo me nederbasdare.”
(hu)