'Bi hûnerê re hestên bedew tên ser ziman'
09:13
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Hûnera destan ku ji dîrokê heya roja îro hebûna xwe bi kedê destê jinan didomîne, li bajarê Til Temir reng daye jiyanê. Mehdiye Mihemeda ku hunera destan dide jiyandin got, "Hestên xweşik bi rêya hûnrê tê ziman."
Li hember pergala kapîtalîzmê jin hebûna xwe yê çandî û hûnerî ji dîrokê heya roja îro bi berxwedanek mezin didin jiyandin. Li bajarê Taxa Hemra a bajarê Til Temra Kantona Cizîrê jin bi çêkirina hûnera destan reng didin jiyana xwe û aboriya xwe yê jiyanê pêk tînin. Yek ji van jinan Mehdiye Mihemed (57) dayîka 9 zarokane. Mehdiye diyar kir ku ew di 15'e saliyê xwede dest bi karê destan kiriye û got bi pêşxistina hunera destan re afrîneriya wê a jiyanê jî pêşketiye.
Li beranberî qedexeyan çareserî
Mehdiye anî ziman ku dema hînê tiştek nû dibe ew diyarî jinan dike û wiha got, "Cara yekem min karên piçûk dikir. Gore, gul û tiştên wiha çêkir. Her dema ku min tişteke nû çêkiribûya, min ew weke diyarî dida jinên derdora xwe û wan jî dixwestin fêrî karê hunera destan bibin. Hinekê jî min wiha ew teşwîq dikir. Ji ber sedemên kevneşopiya civakê û zagonên baviksalarî malbata min nehiştin ku ez herim dibistanê. Piştî neçûyîna dibistanê min çareserî di hûnera destan de dît û min hewl da ku ez milê xwe yê hunerî pêşxînim. Elbet ez bi tenê nebûm, jinên gundê me bi hev re karên destan dikirin. Em tev ji vî karî hez dikin û hîna jî dewam dikin."
Mehdiye bilêv kir ku rûhê piştevaniyê bi riyê kedê destan di nav jinan de pêş dikeve û wiha pêde çû, "Me tiştên ku çêdikirin weke xelat dida hevdû û di heman demê de me hinek jê difirot. Tiştên ku me çêkirine, heta roja îro jî hatine û di dîrokê de dimînin. Rûhê piştevaniyê di nava jinan de pêşdikeve û em aboriya xwe pêşwazî dikin."
'Bi hunerê hestên bedew tên ser ziman'
Di dawiyê de Mehdiye got, "Ez ji her jinekê dixwazim bikaribe xwe fêrî karên cûr be cûr bike, bi taybet jî hunerê. Ji ber mirov bi hunerê dikare hestên xwe ên herî bedew û xweş bîne ziman û bi hûnerê jiyan watedar dibe. Jixwe dema mirov ji xwe bawer bibe dikare di hemû şaxên jiyanê de biser bikeve."
(bs/rc)