'Bila hemu jin derbasî ser dîreksiyonan bibin'

09:11

JINHA

AMED - Jinên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ajokerin, pêşdaraziyên civaka berê jîndar dikin. Jinên ajoker gotin: "Ajokarî ne karê hêzêye, cesaret lazime. " Jinê ajokar ji bo ajokariyê bang li jinan kirin.

Jinên ku tevlî qursa perwerda ajokariyê ya Şardariya Bajarê Mezin a Amedê dayî destpêkirin piştî wê ehliyet distînin dest bi ajokartiya wesayîtan dikin. Ceylan Ertaşa ku 5 sale ajokarê dike, berî dest bi qursê bike qet nizaniye wesayîtan bajo; lê piştî dest bi qursê kiriye û ehliyêya xwe standiye raste rast dest bi ajotina wesîtan kiriy e. Ceylana sala 2011'an tevlî projeya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ya 'ji bo guhertina jinan pîşe' bûye. Ceylan di perwerdê de bawernameya pola E distîne û piştî wê li Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê dest bi perwerdê kiriye.

'Yên ku dixazin wêne bikşînin hene'

Ceylan got ku gelek caran mirov wan pîroz dikin û wiha dom kir: "Gelek kes dixwazin wêne bikşên in. Yên me taxdîr dikin jî hen e. Em li van tiştên ku em jiyan dikin xwînsarî meyze dikin. Gava jin bixwaze di hemu karî de serkeftiye. Karek ku mirov bêje ev 'karê mêre' nîne. Li gorî nêrîna min ajokerê jin ji mêran zanetirin. Hemu jî girêdayî wêrekbûnê ye."

'Divê jin li hemu deran be'

Suna Sumerkan a ku 4 sale ajokare jî diyar kir ku ew pir ji karê xwe hez dike. Suna bilêv kir ku civak dijberî kare wane û wiha dire jî da gotinên xwe: "Ez ji karê xwe zewq digirim. Hemu kes nikare wan otobûsê mezin bajo. Divê jin li hemu derî bin û cesaret bikin. Bila hemu jin karibin ajokartiyê bikin. Ez bawerim ku dê ji mêran zanetir bajon. Hîn kontanjena me vala ne, bila jin bên serlêdan bikin. Mêrek bi wesayîta xwe transît hat gel me. Li min nêrî û bi min kenî. Piştre ew mêr ji gel me çû, çawa çû di rê de qeza kir. Ez û hemu yê gel min ken în. Ji loma ajotina wesaîtan ne hêze, cesarete."

(dt/zt)