li gorî usûlên berê jiyana bêpere ya bi pevguhertin û serbiserkirinê
12:54
JINHA
AMED - Jinên selikan difiroşin hem debara mala xwe dikin û hem jî piştgiriya karkeran dikin. Jinên selikan difiroşin li hember nerînên di civakê de cuda li wan mêze dikin ji dev firotina selikan bernadin.
Jin li Surê tax tax digerin û selikan difiroşin. Jin bi firotina selikan debara mala xwe dikin. Jinên bi tebla seyar li taxan selikan difiroşin hertim bi dengê bilind 'selik, selikçî hat' bang dikin. Cudabûna jinên selikan difiroşin ji esnafên jin yên din cudabûnek wan din hey e. Jin tax tax digerin û selikan difiroşin. Jin ne ji bo pere ji bo ku cilên kevin bistenin selikan difiroşin.
Jinên selikan difiroşin diyar kirin ku ne ji bo pera selikan li ser tebla difiroşon ji ber ku ev kar ji pêşiyên xwe hînbûne berdewam dikin. Gava me pirsa çima hun pere nastînin hun cilan distînin ji Fatma Gutak (50) ku 30 sale vî karî dike pirsî wiha bersivand: "Gava em selik bi pere bifiroşin tenê em ê sûdê bigrin. Em van cilên distînin difiroşin karkeran. Bi vî rengî hem em û hem karker sûdê digrin."
Fatma ya ku bi salane vî karî dike got: "Ev 30 sale ez selikan difiroşim. Ev karê min e û bi sala ne ez bi firotina selikan cilên kevin berhev dikim. Lê mirov hîn çanda pevguherînê nebûne, ew difikirin ku divê her tiştî bi pere bigirin. Gava civak me dibînin nêrînên wan tên guhertin. Em van cilên kevin bi çend milyona difiroşin karkeran. Carnan em cilan didin karkerên ku perê wan tune bin jî. Yên ku ecêb li me mêze dikin jî hen e. Ev kar ji pêşiyên me maye. Çîrokek vî karî tune, lê em berdewam dikin. Ez vî karî ji dayika xwe ferbûm. Keça min jî ji min hîn bû. Em vî rengî hem ji piştgirî didin karkeran hem em dabara mala xwe dikin. Ji me pêştir tukes vî karî nakin."
'Di dema pêşî de mirov ji vî karî re biyanî bûn'
Fatma bilêv kir ku firotina selikan ji civakê re ecêb tê û wiha berdewam kir: "Ji bo em selikan bifiroşin em tax tax digerin. Em bi vî karî hem debara ma xwe dikin û hem piştgirî didin karkeran. Bi min re 6-7 jinên din jî dixwebitin. Ev bi salane vî karî dikim. Ez ji karê firotina selikan pêştir nikarim tu karê di bikim. Em gava selikan difiroşin pere nastînin, em cilên kevin distînin. Dema pêşî mirovan ev kar ecêb didît, lê piştre fêrbûn. Heya em diçin taxan jinan hemu cilên kevin ji bo me komkirin e.
Fatma wiha direjî da gotinên xwe: "Em vî karî bi seyarî dikin. Li gorî demsalan em cih diguherin. Em carna diçin Enqere, Stenbol û Belkis selikan difiroşin. Karê me bi dor vegere û em bi perê ku distenin dîsa jî selikan distenin. Ev kar bi pere nayê kirin. Me nîşan kir ku jin dikare her karî bike. Hevjinê min jiyan nake, dema jinyandikir jî min selik difirot û niha jî difiroşim. Ez debara mala xwe bi firotina selikan dikim. Piştî hevjinê min jiyana xwe ji dest da kar û jiyana min hîn zêdetir başbû. Ez her tim ji bo mezinkirina zarokên xwe difikirim û li gorî wê kar dikim."
Fatma bilêv kir ku ew bi xwêdana keda destê xwe vî karî dike û di dawiya û got: "Karker dema şalan ji maxaza dikirin bi 30-40- TL dikirin, lê em bi 5 TL difiroşin wan. Em wek jin hem qencî dikin û hem jî bazirganî dikin. Li Tirkiye hertim dibêjin jin li malê runin, lê em nikarin li malê runin em ê nexweşbikevin. Ez ji kar hezdikim."
(dt/zt)