Xebatkarên fabrîkayê: Em ne kole ne karker in
09:22
JINHA
KOCAELÎ - Eylem Gorguyê ji depoya Şîrketa AVON'ê yê Kozmetîk hatî derxistin got, "Fabrîqa ji bo derve îmaja 'jin ji bo me bi nirxe dide' lê li kargehê karker weke koleyan didin xebitandin. Em ne kole ne karker in."
Li depoyê Şîrketa AVON'ê ya Kozmetîka Gebzeyê ji ber 8 karker sandîkayî bûn ji fabrîkayê hatine avêtin. 8 Karkerên ku hatine avêtin li ber fabrîqê bi gotina "Em hêzê xwe ji xweşikbûna xwe distînin" dest bi berxwedanê kirin. Eylem Gorgu diyar kir ku ji ber ew endama Sendîkaya DGD-SEN'ê bû ew ji kar hatî avêtin û wiha qala pêvajoya ku jiyan kiriye kir.
'Ji bo elemanek 10 salan jî demê cerbandinê'
Eylemê da zanîn ku ew 10 salan li fîrmayek din xebitiye û got ew hevpeymana fîrmayê nû ji ber endama sendikayê ye nepejirandiye û wiha domand, "Hevpeymana ku dixwastin bi me bidin îmzekirin, 10 sal jî demê ceribandinê bû. Ez 6-7 heyvin ser navê sendîkayê dixebitim. Îhtîmalek mezin ji ber vê min ji kar avêtine. Berî vê ji ber kar min xelat kiribûn. Lê niha çima ji kar derxistine, wê nabêjin."
'Têkoşîna me dê bidome'
Eylemê bilêv kir ku di 19'ê Gulanê de du jin û berî wê jî 6 jin ji kar hatine avêtin û got ew rastî binpêkirina maf tên. Eylemê her wiha anî ziman ku şert û mercên xebatê dibe sedeme gelek nexweşiyan û got ew bi mizeya kêmtirîn dixebitin. Eylemê wiha pêde çû, "Fabrîqa ji bo derve îmaja 'jin ji bo me bi nirxe dide' lê li kargehê karker weke koleyan didin xebitandin. Em ne kole ne karker in. Divê her kes piştgirî bide têkoşîna me. Ji bo em têkoşîna xwe bidin bihîstandin, em ê çalakiyê xwe berdewam bikin."
(rc)