Jinên ciwanên Çewligê bi keda xwe pergala deshilat dihilweşînin

10:31

Şehriban Aslan /JINHA

ÇEWLÎG - Jinên ciwan ên Çewligê li hember hişmendiya ku civak jinan hepsî malê dikin guh nedan tundiyê weke 'jin na xebite' û gotin: "Em bi xwe bawerin ku em ê civakê bidin guhertin."

Jinên ciwan ku li tekstîka cildirutine dixebitin gotin ku karê tekstîlê wek karê mêra tê dîtin, jin jî dikarin bi xabitin. Şehriban Alaş diryar kir ku wê li Çewligê dest bi kerê teksîla cil dirutinê kiriye û wîha berdewam kir: "Dema min dest bi xebata tekstilê kir, min ferq kir ku nêrînên derdore hatiye guhertin. Ez bawerin jin dikare civakê biguher e."

Jinên Çewligê ji bo ku hişmendiya deshilat a serwerî li ser civakî bişkênin li ber xwe didin. Jin di her qadê de ked didin. Jinên ku di testîlê de dixwebitin bi dehatek pir kêm dixebitin. Jin li hember kanuna vezîlok li tekstîla li ber xwe didin. Jinên Çewlîgê anîn ziman ku ew ê di malan de namenin û wiha berdewam kirin: "Rolek mezin dikevê ser mile me jinan. Dibe ku civak zû newe guhertin ji ber wê divê em hewl bidin civakê biguherin. Divê em ji qaqilka xwe derkevin û hewl bidin ku pêşdaraziya civakê ya nerênî bişkên în. "

'Min çi zanîbû ew kir'

Şehrîban Alaş bilêv kir ku ew demek kine dest bi xebata tekstîlê kiriye. Şehrîban got ku dema wê nû dest bi kar kiriyê rastî tundiyên wek 'jin na xebitin, çima malbatê destur daye tu bi xebitê?' hatiye. Şehrîban destnîşan kir ku wê guh nedaye gotinên tukesî û wiha qala guhertinê xwe kir: "Ji dema min dest bi kar kiriye xwebawerî min zêdetir bû. Hesta herî xweş ku mirov beramberî keda xwe bistîne. Ya herî girîng bi xebitandina min nêrîna derdorê hat guhertin." Şehrîban diyar kir ku ew bawere ku jin dikare civakê biguhere û ji bo guhertina civakê çêbibe dê dinava hewldanan debin.

'Xebitandin min ecêb tê dîtin'

Ozlem Bayirymiş ku wê jî nû dest bi karê tekstilê kiriye wek jinek qala zehmetiyên ku dijî kir û wiha got: "Li Çewligê dema tu jinbê xebit zehmet û ecêb tê dîtin. Lê gava min dest bi xebatê kir hinek tişt bi min re hat guhertin. Min fêmnekir çiqas ez xwe dixim nava qaliban hîn bêtir berderazî zedetir dibin."

'Berderaziya civakê bi pêşketina jinê tê guhertin'

Zozan Tekin a ku 4 sal dixebite jî diyar kir ku karê ew dikin pir zehmete û wiha dom kir: "Karê ku em dikin car zehmete û carnan jî pir bi keyfe. Ya herî zehmet gava em qumaş dibirin. Zehmetî têne bi qutkirina qumaş re na mîne. Dibê qumaş santim santim bê qutkirin. Gava em qumaş didirun jî zehmete. Roja me hemu li ser piyan derbas dibe. Bes heritş bi zehmetî tê derbaskirin."

(dt/zt)