'Bêyî ku ji xwezayê biqetim karê xwe dikim'
10:09
JINHA
DÊRSIM - Leylaya ji biçûkatî ve bala wê li ser berhemên destaye û bi kevirê ku ji peravên Munzurê komdike gerdenî û xemlan çêdike.
Jinên ku ji jiyana hişmendiya desthilat veqatane bi berhemên destê xwe qada hilberînê avadikin. Leyla ya ku li Dêrsimê jiyan dike berhemê destê xwe li dikana xwe difiroşe. Leyla Ayyildiz diyar kir ku karê 30 sale dike bûye parçeyek ji jiyana wê. Leyla navê 'Roy' li berhemên destê xwe kiriye xeml û gerdeniyan jî li dikana xwe difiroşe. Leyla bi kevirên ku ji kêleka robarê Munzur ê komdike xeml û gerdeniyan çêdike û van diyariyên ku çêdike li dikana xwe difiroşe. Ev nêzî salakêye Leyla dikan vekiriye. Bala Leyla yê hîn di temenê biçûk de li ser hunerê ye û dest bi çêkirina xemla keviran kiriye.
'Em berhemên xwe nîşan didin'
Leyla bilêv kir ku ew demek dirêj li kooperatîfa perwerda gel perwerda xemla keviran dîtiye û ev tişt got: "Jin bi hûnera destan qabiliyeta xwe nîşan didin. Jin bi rengê xwe xwezayê keşif dikin. Ger bala me li ser kar be, em jin dikarin di gelek aliyên hunerî de serkeftî bin. Ez bê qetana xwezayê karê xwe dikim. Bê ku em zirar bidin xwezayê, em dikarin çawa ji xwazayê sûde bigrin? Ez ji xwezayê pir hez dikim. Ji bo gava ez diçim kêleka robarê Munzurê her kevirek ku radikim berhemekê jê çêdikim. Ez gelek girîngî didim van berhemên keviran."
'Ez mirovan bi xwezayê re tînim gel hev'
Leyla anî ziman ku ew bi van berheman mirovan aram dike û tekiliyên navbera xweza û mirovan zêdetir dike û wiha direjî da gotinên xwe: "Berhemên ne bi destan pir bûhane, lê berhemên ku ez bi destan çêdikim bêyî fiyet mirovan aram dike. Ez bi çêkirina berhemên keviran hem keyfxweş dibim û hem stresa xwe tavêjim. Berhemên ku ez çêdikim rastî eleqeyek mezin tên. Mirovên vê demê ji xwezaye qutin û bi vê xebatê ez mirov û xwezayê tînim gel hev."
Leyla desnîşan kir ku divê jin di hemu karî de aboriya xwe bi xwe avabikin û ew xwazê bi vê xebatê ji jinan re bibe mînak. Leylayê wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ez berhemên keda dest çêdikim. Ez bi xebatê hem aboriya mala xwe dikim û hem muxtacî tukesî nabim. Bi hilberînê mirov dikare gelek tişt bi dest bixe."
(dt/zt)