Ji KESK'ê banga ji bo beşdariya mitînga 29'ê gulanê
15:21
JINHA
AMED - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê, tekîldarî mîtînga bi şîara "Li hemberê zordarî sûrgin û ji kar avêtinê li qadan in" ku 29'ê Gulanê li qada Îstasyonê were lidarxistin daxuyanî da û banga tevlêbûnê kir.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê dê bi şîara "Perwerdeya laîk û jiyana laîk em dest ewlekariya karê xwe bernadin. Li hemberê zordarî sirgûn û ji kar avêtinê li qadan in" di 29'ê Gulanê de li qada Îstanyon'ê mîtîngê pêk bîne. KESK'ê tekîldarî mîtîngaê li avahiya Egîtîm-Senê ya Amed'ê civîna çapemeniyê lidarxistin. Sekreterê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Mehmet Nur Ozdemîr axivî û diyar kir ku ew dê li hemberê polîtîkayên şer, zordestî, sirgûn û lêpirsînan dakevin qadan û daxwaza xwe ya makezagona demokratîk dubare kir. Mehmet balkişand li ser çareserkirina pirsgirîka kurd û wiha axivî: "Em ji bo ku rengê jinê bi rengê jiyana re bijî dadikevin qadan. Ji bo avakirina jiyana nû em ê li qadan bin. Em ji bo soza li hemberê şerê berxwedanê dayînê dadikevin qadan."
Hevseroka Şaxa SES'a Amedê Selma Atabey jî diyar kir ku armanca wan sekna xwe ya li hemberê şerê li ser Kurdistanê nîşan dane û wiha got: "Gotinên me li hemberê şerê hene. Em jî peyamên aştiyê dayînê dadikevin qadan."
Civîna çapemeniyê piştî axaftinan bi dawî bû. Mîtîng dê saet di 15.00'ê 29'ê Gulanê roja Yekşemê li qada Îstasyonê pêk bê.
(zt)