‘Min got ‘na’ û jiyana xwe ava kir’

09:05

JINHA

AMED – Hêvîdar ku dest ji hevjînê xwe yê ku destur nedida bixebite û bixwîne, berda şûnde, li ser piyên xwe sekinî. Hêvîdarê got divê jinek bikaribe bêje ‘na’ û piştî vê berxwedana wê dest pê kiriye.

Hêvîdar Ekîncî li kargeriya biçûk ya ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hatiye vekirin ya bi navê ‘Keda Jinê Cihê Xwarinê’ dixebite û bi keda xwe jiyana xwe didomîne. Di bufeya ku li baxçeyê Şanoya Dewletê ya Yenîşehîrê de nanê sêlê û borek çêdike. Hêvîdar di nava rojê de mîvanên xwe dihewîne. Hêvîdar ev 7 mehe li wir dixebite û diyar dikir ku divê her jinek bixebite û hilberîne. Hêvîdarê wiha got: “Beriyê her tiştî ez bixwe bawer bûm. Di rewşa ku jin bêje ‘na’ agirê berxwedanê pêdixe. Rêxistinbûna jinê , cesareta ku bêje ‘na’ dide jinê û rêxistinbûn gelek girînge. Êdî rêxistinbûna jinê heye û bi vî awayî mirov tenê namînin. Dema jin li dijî tiştên ku naxwazin bêjin na, her tiştî dikarin bikin. Êdî jin beyî hesab bidin dikarin bijîn.”

‘Divê mirov li gotina kesan nenêrin’

Hêvîdar ku li zanîngehê dixwend, hevjînê wê destur nedaye ku bixebite û bixwîne. Hêvîdar 8 sal şûnde dest ji hevjînê xwe berdide û lig elek cihan dixebite û jiyana xwe îdame dike. Herî dawî jî di ‘Keda Jinê Cihê Xwarinê de’ dixebite û ji karê xwe gelek hez dike. Hêvîdarê bi lêv kir ku divê jin mafên xwe bizanibin û got serxwebûna aborî gelek girînge. Jin çi bixwazin dikarin bikin. Hun çiqas qezenc dikin, ev ne girînge. Ji ber ku êdî hun qezenc dikin. Hun hemberî keda xwe digirin. Dukana me bi rastî jî keda jinê ye. Em du jin li vir dixebitin. Hevala min a din xwendekare. Em ne girêdayê mêrin. Ev jî min kêfxweş dike.”

‘Em êdî ne wek berê ne’

Hêvîdarê got ew êdî ne wek berêne û xwe rêxistin dikin û wiha pê de çû: “Ez li vir jinan dibînim. Hesab dikin, bi tirs dan û standinê dikin. Ji ber cihekî ku hesab bide heye. Jin dema bixebitin wê rehet bin. Bixwe bawerin. Ji roja ez xebitîme ez bixwe bawerim. Ez hesab nadim kesî. Ez ji zarokên xwe re hem dibim bav hem dibim dê.”

(hu)