Jinên Çinarê dibêjin: Emê guherînê pêk bînin

09:05

JINHA

AMED – Jinên ku ji ber zextên mêr ji jiyana xebatê dur ketine, li Çinarê destpêka jiyanek nû dikin û cesaretê didin jinan. Jinên ku ligel qadan cihên kar vedikin dibêjin ‘Jiyana jinan ne mal û zarokin. Em jin wê Çinarê bi teşe bikin.

Li navçeya Çinar a Amedê jin ji bo jiyana xwe pêngavên mezin davêjin. Jinên esnaf yên Çinarê ku dibêjin divê êdî Çinar bi destê jinan teşe bibe, li navçeyê gelek dukanên wan hene. Ji firotina hilberînên çandinî, heta hilberînên lênerîna çerm û tuhafiyeyê jin di gelek qadan de cihê karê xwe vedikin.

‘Min li newekheviya zayenperest nenêrt û karê xwe kir’

Ozlem Açikgoz ku sê salin wek pispora lêngerîna çerm dixebite, du salan perwerdê dibîne û piştre dets bi karê xwe dike. Ozlemê got wê her tim dixwest bixebite lê ji ber rolên zayendperest nekarî bixebite û wiha got: “Piraniya jinên Çinarê ji ber zext û tehdîdan nekarin bi îradeya xwe biryarê bidin. Tevî van min guh neda kesî û min ya xwe kir. Niha jî ez li virim û dixebitim.”

Ozlemê xwest hemû jinên Çinarê li ser lingê xwe bisekinin û got: “Em jin dikarin Çinarê biguherin. Jinên din jî dema jinên dixebitin dibînin cesaretê digirin. Ez dayika du zaroka me. Min dest ji hevjînê xwe berdaye. Ti tişt wekê qezenckirina pereyê xwe nîne. Ya rast jî eve. Di salên dawî de jinan hinek zext şikandin. Divê vê jî berdewam bikin.”

‘Divê nebêjin karê mêran e’

Şukran Karaca jî ku dukana tuhafiyeyê vekiriye got jinên Çinarê piştî wan hinek tişt ferq kirine û got: “Ev 4 sale ez dixebitînim. Ev fikr ji zarokatiya min de hebû. Kesî guh neda min. Heta min ev dukan vekir. Piştî ku min ev dukan vekir, her kesî ez pîroz kirim. Ez her karî dikim. Divê nebêjin ev karê mêrane.”

‘Emê nîşan bidin ku jiyan bi malê ne sînore’

Şukranê bi lêv kir ku divê jin êdî di jiyana kar de cih bigirin û got: “Ji ber vê jî divê jin piştgiriyê bidin me ku em vê berdewam bikin. Jiyana jinên vir tenê ji mal û zarokan ne pêkane. Yê ku vê nîşanê wan dide jî mêre. Yê zextan dike jî mêr e. Lê emê nîşan bidin ku jiyan bi malê ne sînorkiriye.”

(hu)