Şîrxaneya Bêrîvan li Kantona Efrînê hate vekirin

16:38

JINHA

EFRÎN- Li Efrînê Desteya Jinê bi piştgiriya Komelya Sîham Barî yekem projeyê avakirina Kargeha Şîrxaneya Bêrîvan bi merasîmek vekir.

Li Kantona Efrînê ji ber pêdiviyên civakê zêde dibin, bi pêşengiya jinan projeyên aboriya komînal tên pêşxistin. Desteya Jinê bi piştgiriya Komelya Sîham Barî yekem projeyê avakirina Kargeha Şîrxaneya Bêrîvanê bi merasîmek vekir. Di merasîmê de Kongreya Star, Komeleya Êzîdiyan, Desteya Karûbarên Civakî, Lijneya çavdêriya Rêveberiya Xweser û bi dehan ji jinên deste û saziyan amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgiritinê dest pêkir, paşê ser navê Desteya Jinê Dilşan Mihemd axaftin kir.

Dilşan giringiya vekirina projeyê bi vî rengî anî ziman û wiha got: "Vekirina vê projeye bersivekî herî xurt e li beramberî ambargoya ku li ser Rojava ji hemû hêlan ve tê kirin û serkeftinekî mezin di mile pêşxistina berhemên heremî ye. Armanc ji vekirina vê projeye jî ew e ku derfetên kar ji bo jinan werin vekirin. Ev gav jî bi alîkariya jinên kantonê, rêxistina Sîham Barî û Desteya Jinê hate avêtin. Niha hêjmarê jinên dixebitin 10 lê belê ew hêjmar bên zêde kirin."

Piştî merasîma vekirinê danasîna kargehê hat kirin

(fr/hs/