'Jin gava tevlî xebatê dibin civakê jî diguherin'
09:04
Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR - Li bajarê Til Temir jin hem di qadê aborî hem qadê perwerdê û hem jî dirûngehan de bi aweyek çalak cih digrin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê bi felsefeya ku azadiya jinê azadiya civakê ye û şoreşa ku bêyî jinê be dê bê encam bimîne, di tevahiya qadan de bi rengê xwe beşdar dibin û jiyanê ji nûde înşa dikin. Wiha jî wan jiberên di civakê de serwer bûn, diguherin. Qadek nemaye ku jin tê de nebe. Ev jî her ku diçe yek-rengiya civakê bi ser pir-rengî ve pêş dixîne. Jinên bajarê Til Temir têkîldarê xebatê xwe ji ajansa mera axivîn.
'Beriya şoreşê xebitîna jinan ne dihat pejrandin'
Gulîstan Til Temir ku di firoşgeha cilan de dixebite wiha got, "Ez pir ji kar hez dikim. Piştî şoreşê ev derfet çêbû ku ez rehet bikaribim kar bikim. Beriya wê karkirina jinan zêde nedihate pejirandin. Niha ez li dikanê bi hevjînê xwe re kar dikim û em ji hev re dibin alîkar. Bi eşkere ez bêjim ku piştî min û hevjînê xwe hevbeş dest bi kar kiriye, ev bandor li ser jiyana me ya malbatê jî dike. Her diçe em bêtir hevdû fêm dikin. Jinên derdor jî çav lê dikin û ew jî dixwazin ji rolên kevin ku ji jinê re dihate dayîn û tenê bi xwedîkirina zarokan an jî malê re mijûl dibû, derkevin."
'Jin gava tevlî xebatê dibin civakê jî diguherin'
Jina bi navê Ruqeye Elî ku Ereb e û demeke li bajarê Til Temir bi cih bûye jî wiha got, "Li Rojavayê Kurdistanê derfet hene ku jin her karî bike. Min jî dirûngehek vekiriye. Ev sê sale ez bi hezkirineke mezin karê xwe dikim." Ruqeye xebata jinê di qadên civakî de xaleke girîng ji bo pêşketina wê dibîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez ferq dikim tevlîbûna jinan di qadên cuda yên civakî de, hem jinê diguherîne hem jî civakê. Jixwe ev pêşketin di aliyê erênî de civakê ber bi başiyê ve dibe. Ji ber vê yekê ez ji jinan dixwazim ku ber bi qadên civakî ve biherikin û reng bidin jiyanê."
(en/rc)