Li Kastaşê berxwedan bi dawî dibe ‘komxebata jinan’ tê
16:53
Ozgu Ozutok/JINHA
ÎZMÎR - Sonay Tezcan û Kardelen Yoguncan ku ev 71 rojin li Fabrîkaya Kastaşê di berxwedanê ye têkoşîna xwe ji bo ku komxebata jinên karker ava bike, sibê bi dawî dikin. Jinan diyar kir ku wê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Li welatê me berxwedana çîna karkeran bi parçe berdewam dike lê ya girîng eve ku ev berxwedan bibin yek. Me wek du jinan xwest ku kontrolên têkildarî fabrîkaya me de baştir bibe.”
Sonay Tezcan û Kardelen Yoguncan ku ev 71 rojin li Fabrîkaya Kastaşê di berxwedanê ye têkoşîna xwe ji bo ku komxebata jinên karker ava bike, sibê bi dawî dikin. Jinan diyar kir li bende beşdarbûnek mezinin. Jinan qezencên xwe yên pêvajoyaberxwedanê û tiştên jiyan vegotin.
‘Rûpuşa Kastaşê ket ya girîng rêxistibûna karkerane’
Sonay got di pêvajoya berxwedanê de pir kes hatine serdana wan û konê li ber fabrîkayê gelek zindî bûye. Sonayê wiha got: “Ji ber berxwedan û zextên me midûr hema hema vekişiyaye. Wek barê tacîz û zext pêk nayê. Ji berxwedana Kastaşê hêz hat girtin û pêşnûmepirs dan mecîsê. Ji karkeran yek bi yek pirs hat pirsîn. Gelek karkeran rastî vegotin. Yanî rûpûşa Kastaşê ket.”
‘Em li ser navê hemû karkerên jin berxwe didin’
Sonay da zanîn ku ligel berxwedana xwe xwedî li çalakiya jinên berxwedêr yê AVON’ê jî derkteine û got: “Em ji roja ewil de bi wan re tên cem hev. Berxwedana jinan dişibin hev. Ew jî taciz, mobîng, heqdestê kêm tên. Ew jî van rewşan de bûn sendîka. Em jib o mêtîngeriyê ji holê rabikin têkoşîna xwe berdewam dikin. Emê li ser navê çîna karkeran bi ruhê 15-16’ê Hezîranê dakevin qadan. Emê di 12’ê Hezîranê de li Karşikayayê derbasî çalakiyê bin.”
(hu)