Jinên karkerên fason vedibêjin…

09:05

Rojda Oguz / JINHA

STENBOL - Jinên li malê dixebitin tevî ji SSGSS’ê fêdeyê digirin jî di hawira rekabeta kapîtalîst de têkoşîna xwe berdewam dikin. Muzeyyen Oruk û Ayten Oruk hilberînên ji atolyeyê tekstîlê digirin li mala xwe paqij dikin, diyar dikin ew bixwe serbilindin û gotin divê hemû jin têbikoşin.

Karê ku li malê têkirin, wek ‘karkeriya fason’ tê binavkirin. Tevî ku ewlehiya wan ya civakî tine û bê qeyd dixebitin jî, hejmara wan roj bi roj zêde dibe. Bi taybet li taxên kekdar mirov jinên li ber derî ku di destê wan de ta û terziya wan heye, dibînin.
li aliyekî serbilindî, li aliyekî bêewelehî…

Muzeyyen Oruk bi malbata xwe re ji Bedlîsê koçî Kuçukçekmeceya Stenbolê kirin. Tevî hemû pirsgirêkan bi xizma xwe Ayten Oruk re karkeriya fason dike. Hilberînên ji atolyeya tekstîlê digirin li mala xwe paqij dikin. Jinan diyar kirin ku ew bixwe serbilindin û behsa şert û mercên zehmet yên xwe kirin.
Muzeyyenê da zanîn ku ger jin têbikoşe û bixebite teqez wê nanê xwe qezenc bike û got ew naxwaze jin li malê runin.

‘Bi awayekî din em nekarin jiyana xwe bidomînin’

Muzeyenê got dema ji gund hatine rewşa wan ya aborî nebaş bûye û got: “3 zarokên min hene. Hêj biçûkin.Ji ber vê ez kar ji atoyeyê digirim. Li malê çêdikim. Em bendên cil û berên atolyeyê dibirin. Ji bilî wê em papik û tantelên şarpeyan çêdikin. Jiyan wisa ye. Wekê din em nekarin jiyana xwe bidomînin.”

‘Sîgorteya me tine, hatine me tine’

Muzeyyenê da zanîn ku ew wisa gelek kêfxweş e û behsa zehmetiyên kar kir: “Em ji atolyeyê kar tînin. Karê me kir, em dîsa dibin. Serê mehê girtina pere zehmete. Her wiha em derî derî digerin kar dixwazin. Em mecburin. Sîgorteya metine. Hatinek me jî tine. Dema tekstîl nedin me, em karê nexşan dikin.”
Muzeyyenê da zanîn ku ew bi karê xwe serbilinde û da zanîn ku divê hemû jin bixebitin û got li şûna ku hewcedar be dixebite.

Ayten Oruk jî ku heman karî dike, destnîşan kir ku tevî ku zehmetiyan dikişînin têkoşîn axwe dimeşînin û got ev du sale vî karî dike. Aytenê da zanîn ku carnan zarokên wê jî alîkariyê didin wê.

(hu)