Jinên xaliyan çêdikin heqdestê xwe nagirin
09:08
JINHA
AMED-Jinên di atolyeya xaliyan de dixebitin diyar kirin ku keda wan nayê dîtin û beramberiya wê nagirin. Jinan got ew rojê 12 saetan dixebitin û bi gelek nexweşiyên tenduristiyê re rû bi rû ne.
Jinên li Amedê di atolyeyê xaliyê de dixebitin rojê 10-12 saetan dixebitin û debara xwe dikin. Ji ber dema dirêj ya xebatê bi pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê re tên rû hev. Jinên ku demek dirêj dixebitin beramberê keda xwe nagirin.
‘Rojê 10 saetan dixebitin’
Şuheda Baruk got tevî k udi karekî ku keda destan û hêzê dixwaze, dixebite de keda wan nayê dîtin û got: “Ev 4 mehe ez li vir dixebitim. Rojê ji ser 10 saetî dixebitim. Em çiqas bixebitin, evqas digirin. Ji ber hunera destaye em gelek diwestin. Her kes nekare bike. teknolojî pêş dikeve û nirxa vî karî namîne. Ligel makîneyê keda jinê tê mêtîngerkirin. Pişta min dişê. Em dixwazin maaşê me bê zêdekirin.”
‘Seranserê rojê li atolyeyê me’
Nurgul Tekîn jî da zanîn ku ji ber demek dirêje li atolyê dixebite pirsgirêkên tenduristiyê dijî û got: “Ez saleke li vir dixebitim. Seranserê rojê li virim. Çavê min, pişt, mil û destê min diêşin. Em dixwazin keda be bê dîtin.”
‘Bila sîgorteyên me bên çêkirin’
Halîme Salar jî got ev demek dirêje di atolyeyê de dixebite û got di alî heqdest de mexdur dibin. Halîmeyê da zanîn ku ev 5 sale dixebite û rojê 7 saetên wê li vir derbas dibe. Halîmeyê got ew dixwazin sîngorteya wê bê çêkirin û ewlehiya wan hebe.
Hatîce Kocakaya jî got ti carî beramberê keda xwe negirtine û got ew ji sala 1995’an heta niha vî karî dike, lê ti carî heqdestê keda xwe têr negirtiye.
(hu)