Jinên cotkar: Em beramberî kedê xwe nagirin!

09:09

Filîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Jinên ku li Çukurovayê cotkariyê dikin, ligel zehmetiyên xebatê aboriya xwe avadikin. Jinên cotkar diyar kirin ku ew heqdestên xwe nagrin û gotin, "Jin jiyan bi xwe ye. Lê desthilatdariya mêr her tişt dike malê xwe û hebûna jinê tune dihesibînin. Ji ber vê li hember vê zîhniyetê wek jin em ê têkoşîna xwe bidin."

Jinên ku ji Kurdistanê neçarî koçberiyê dibin, li bajarên Tirkiyê neçar dimînin ku cotkariyê bikin. Jinên ku di nava şertên giran ên xebatê de kedên mezin didin, rastî gelek pirsgirêkên cihbûn û tenduristiyê tên. Ligel her zehmetiyê jî kedê wan balê mirovan dikêşe. Ayşe Alas (37) diyar kir ku ew li Edenê 20 salin cotkariyê dike û got ew bi kedê xwe jiyana xwe rêve dibe. Ayşe got, "20 salin ji bo xwe û zarokên xwe têdikoşim. Wek jinek bêy ku xwe muhtacê tu kesî bikim, min hêzê xwe nîşan kir. Ez li vir têkoşîna kedek mezin didim."

'Beramberê kedê me nîne'

Ayşe qala zehmetiyê cotkariyê kir û wiha domand, "Li Edenê ji ber avhewa havînê gelek pirsgirêkên tenduristiyê tên jîn. Carnan ji saetên serê sibê heya şevê em dixebitin. Lê niha berhefkirina gihayê nanê hêsantir tê ji bo min. Ji ber ku piştî nîvro dest bi kar dikim. Qaseyên ku didin me nava rojê em mecbûrin tev dagrin. Nava rojê piştî me hezar û 550 deste çêkir, em dikarin herin malê. Em naneyê deste bi deste berhev dikin û dixin nava qaseyê. Lê aliyek yê berhevkirina naneyê ya bi tehlûke heye. Ew jî mar, dûpişk nav naneyê de xwe vedişêrin. Ji ber em bi kêrê naneyê ber hev dikin, gelek car em xwe jî birîn dikin. Tu kar hêsan nîne. Ji bo jiyankirinê em dixebitin. Em rojê heqdestê xwe tenê 40 lîra digrin. Em beramberî kedê xwe nagrin. Ji ber ku beramberî kedê me nîne."

'Divê jin têbikoşin'

Ayşê anî ziman ku ew rastî heqeretên serkar jî tên û wiha pêde çû, "Pergal me mîna koleyan mûhtacê serkaran dike mixabin. Her çiqas zora me biçe jî em neçarî xebatê dibin. Jin bi taybet gelek ji bûyerên wiha bandor dibin. Herî zêde jinên cotkar hene. Hem pergal hem jî mêr hewl didin hebûna jinan biçewsînin. Divê jin li her qadê têbikoşe. Şertên xebatê dibe ku giran be, lê divê em aboriya xwe jî pêk bînin."

'Jin jiyan bi xwe ye'

Şîlan Tekîn (20) da zanîn ku ji ber xizanî û pirsgirêkên aborî ew neçar maye dibistanê xwe terk bike û wiha berdewam kir, "Ez tenê yek ji xwendekarên ku ji ber pirsgirêkên aboriyê dibistanê terk kiriye. Hem ji bo xwe hem jî ji bo piştgiriya malbatê dixebitim. Her çiqas zehmetî bikêşim jî herî kêm ez jiyana xwe bi kedê xwe rêve dibime." Şîlanê bilêv kir ku jin di nava şertên giran de cotkariyê dikin, mêr jî li kahvexaneyan dem derbas dikin û wiha dirêjî da axaiftina xwe, "Jin neçar dimînin ji bo xebatê zarokên xwe ên biçûk li malê bihêlin. Jin hem di nava civakê de hem jî di nav jiyanê de paş tê xistin. Li beramberî kedên mezin jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin mixabin. Rojek bêy ku jinek bê qetilkirin derbas nabe. Jin jiyan bi xwe ne. Lê mixabin zîhniyeta desthilatdariyê her dem jin tune hesibandine. Ji ber vê li hember vê zîhniyetê wek jin em ê têkoşîna xwe bidin."

(rc)