Jinên keda xwe bi gotinên xwe mezin dikin…
12:07
JINHA
STENBOL - Ji aliyê Serwîsa Civakî ya Şaredariya Kadikoyê ve Nokteya Firotinê ya Keda Jinê hat organîzekirin û jinên Kadikoyê derfetê ku hilberînên xwe yên destan bifiroşin, dibînin. Jinên ku keda xwe bi gotinên xwe mezin dikin, her kesî dipên standên xwe.
Ji aliyê Serwîsa Civakî ya Şaredariya Kadikoyê ve Nokteya Firotinê ya Keda Jinê hat organîzekirin, li Parka Modayê dest pê kir. Nexş û hunerên destan yên jinan di standan de cihê xwe girtin û her wiha dîtina pirtûk û kovaran jî mumkune. Bernameya ku wê 20 hefteyan berdewam bike, rojên înê, şemî û yekşemê saet di navbera 10.00 û 21.00’ê de wê pêk bê. Her hefte komên cuda wê cih bigirin û ji her temen û her çandê jin cih digirin.
‘Em rihê piştevaniyê pêş dixînin’
Koordînatora Sahaya Nokteya Firotinê ya Keda Jinê Durdane Adiguzel da zanîn ku ew di duyemîn hefteyê projeya ku ji 20 hefteyan pêk tê dene û got ew bi pergala rotasyonê dixebitin. Her hev ji jinên Kadikoyê 38 heb standan vedikin û wiha berdewam kir: “Di hedefa me de Saziyên Civakî yên Sivîl û xebatên jinan û LGBTÎ dikin hene. Armanca me ya vir eve ku em keda destan binirxînin, tevlî jiyana civakî bikin, hesta piştevaniyê pêş bixin.Em dixwazin ka dikarin bi jinên Kadikoyê re çi bikin. Belkî dikare piştre kooperatîf bê vekirin. Xebata em dikin di vî alî de ye.
‘Jin bi xwe re tên rû hev’
Jin her hefte sê rojan seat di 10.00’an de li Parqa Moda firotinên xwe dikin. Êvarê saet di 21.00’an de bi serwîsan vedigerin. Durdanyê got jin hinek li vir bi xwe re tên rû hev û got jin beramberiya keda destê xwe digirin.
Em keda xwe bi gotinên xwe mezin dikin
Jina bi navê Burçak Gorel ku di hefteya duyemîn de beşdarî standê bû diyar kir ku keda jinê nayê dîtin û bê nirxe. Burçakê da zanîn ku keda jinê bi vê bernameyê tê nirxandin û got: “Em keda xwe li vir dinirxînin. Bi vê re em parve dikin û hildiberînin. Em piştevaniya xwe mezin dikin. Em keda xwe bi gotinên xwe mezin dikin.”
(hu)