Karkera Ozgur Kazaova Aynur: Werin em vê pêvajoyê bi hev re derbas bikin

09:39

JINHA

STENBO- Aynur Aydemî ku ji destpêka berxwedana Kazova heta îro têkoşîna aktîf meşand, diyar kir ku Tekstîla Ozgur Kazovayê di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û got: “Ev der ne ya me, cihê civakê ye, em dibêjin ku werin em bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin.

Ozgur Kazova ji 17’ê Mijdara 2014’an şûnde, hilberîna kazaxên bêpatron da destpêkiri û bi hatina mehên havînê re hilberîna t-shîrtên ‘bêpatron’ wê lê zêde bike. karkerê Kazoavayê bi şîara ‘ hilberînên ji sedî sed koton, ji sedî sed hirî, ji sedî sed bêpatron’ derketin rê û divê pêvajoyê de bi zehmetiyên aborî têdikoşin. Me bi Aynurê re li ser şert û mercên fabrîkayê axivî.”

‘Dema ducanî bûm li fabrîkayê 40 saetî dixebitîm’

Aynurê di 17 saliya xwe de li atolyeya konfeksiyonê dest bi kar kiriye. Piştre di sektora xurekê de xeibitiye. Piştre malbata wê dibêje di sektora xurekê de jineke ku wê bizewice nekare bixebite. Li ser vê Aynur dîsa dikeve tekstîlê. Aynur dibêje wan ez xistim vê sektora herî xerab. Aynurê têkildarî sektora tekstîlê de wiha got: “Şertên wan gelek girann. Saetên xebata wê gelek zehmete. Em sibehê diçin, êvarê çenda de derdikevin ne diyare. Em bi pereyekî kêm dixebitin. Bi taybet mirov jin û dayikbin, mirov li tekstîla tên pelçiqandin. Ez li kazovayê 8 salan xebitim. Min 5 salan qet destur bikarneanî. Di ducaniya xwe de ez 40 saetî dixebitîm. Em neçar bûn. Maeş dereng didan. Me çar mehan maeş nedigirt. Tazmînata me di hundir de bû. me nekarî em bihêlin biçin. Ez nû bibûm dayik. Li Tirkiyeyê şert û mercên xebatê ji bo jinan gelek zehmete.

‘Civak dikare vê golê bike behr’

Aynurê têkildarî rewşa berê ya ku Kazova azad nebû de axivî û got: “Patronan gelek caran heqeret l ime kir. Berê çekê jî didan xebatkaran. Patronan dema maeş dida me digot jehr be. Em li Ozgur Kazovayê ziman, ol û nîjada kesî lêpirsîn nakin. Dema berxwedana me nû hat bihistin piştgiriyeke mezin hebû. Lê pişt re mirovan xwe kişand. Ev jî kêmbûna badora Geziyê re çêbû. Divê em Kazovayê mezin bikin.”

Aynurê bi lêv kir ku ew niha ji bo li ser piyan bisekinin gelek zehmetiyan dikişînin û wiha bang dike: “Em vê carek din dibêjin. Em ji kesî bê heq pere naxwazin. Mirov divê patronên xwe bifikirin û piştgiriyê bidin hilberîna bêpatron. Di destê civakê de ye ku vê golê bikin behr. Ev der ne ya me ye, ya civakê ye.”

(hu)