Bi hilberîna jinan îstîhdam
10:09
JINHA
MÊRDÎN – Dukana nirxandina keda jinê ya li Mêrdînê hatiye vekirin, hilberînên ku jinan bi keda destê xwe çêkirine, difroşin. Yuksel Taş ya di dukanê de dixebite diyar dike ku bi vê re îstîhdama jinê zêde bûye û jin bi saya vê aboriya xwe qezenc dikin û got: “Ev dukana nirxandina keda jinê ji bo jinan vebûye. Em tenê hilberÎnên destên jinan difiroşin.
Ji aliyê Şaredariya Bajar a Mêrdînê ve di bina Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê de cihek hat vekirin û hilberînên ku jinan bi keda xwe çêkirine, ji wan re difiroşin. Jin bi hilberînên xwe vîtrînên xwe ava dikin û li cihê ku ji bo jinan hatiye vekirin, jinan teşwîqê hilberînê jî dikin. li gel vê atolyeya keda jinê jî heye. Li cihê ku keda jinê tê nirxandin hilberînên destên jinan tên firotin. Ev cih nêzî salekê ye hatiye avakirin.
‘Tenê hilberînên destê jinan tên firotin’
Yuksel Taş ku di dukanê de dixebite û hilberînên xwe difroşe got: “Ev der ji bo jinan dibe qada îstîhdamê. Jin hilberînên çêdikin difroşin. Ev 11 mehe ev dukan hatiye vekirin. Ev 11 mehe ez li vir dixebitim. Ji çêdikin û em jî dikirin û difroşin. Ev dukan ji bo piştgiriya aborî ya jinan hat vekirin. Jin dixebitin, çêdikin, didrûn û tînin vir. Em jî hilberînên wan difroşin. Çente, xişir, cil û berg û sabunan tînin vir.”
‘Ji bo jinan îstîhdamê ava dike’
Yukselê bi lêv kir ku li vê dukanê hilberînên aydê Mêrdînê tên firotin û da zanîn ku ev der ji bo ku jinan re îstîhdam bê avakirin hatiye vekirin û got: “Atolyeya me jî heye. Li van atoyeyan xişir, cil û berg, sabun, pêlîstok, alavên malê û çente tên çêkirin. Ev hilberîn aydê herêma Mêrdînê ne.”
Yukselê destnîşan kir ku projeyên bi vî rengî gelek girîngin û vê dukanê derfet da ku jin li ser piyan bisekinin û bi vê re bixwebawerbûna jinê jî zêde bû.
(hu)