Jinên gundê Bayê ji bo zivistanê goran çêdikin
09:02
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên gundê Bayê ji niha de ji bo zivistanê dest bi çêkirina goran kirine. Jin goreyên nexşîn ên gelek sîmgeyên kevnare li ser tên nexişandin çêdikin.
Li gundê Bayê yê Colemêrgê wekî her demsalan jin bi hev re kom dibin karê dest dikin. Yek ji destkariya herî zêde tê kirin jî çêkirina goreyane. Ji ber erdnîgarî jî şêwe dide cil û bergên herêman. Li gora wê Colemêrg jî herêmek bilind, berfîn û sare ji bo wê jî piranî goreyên rîs û bi destanê tên çêkirin tên xebitandin. Taybetî jî jin goreyên nexşîn pir baş û bi kedek mezin çêdikin. Di dema sohbetan de cîran li hev kom dibin di destê wan de gore hene, yan jî di rêyan de dema diçin di destê wan de gore hene çêdikin. Tayîbetî jî di rêya bêrîvaniyê ya ku parçeyek ji çanda kevnare ya rojhilatiyane de di destê bêrîvanan de gore hene û çêdikin. Jinên gundê Bayê jî bi heman şêweyî ji niha de amadekariya zivistanê dikin û goreyên bedew çêdikin.
Jina bi Navê Esma Beyter ya ku li gundê Bayê dijî û bi keda destên xwe debara malê dike diyar kir ku ew bi çêkirina gorayan pir zehmetiyê dikşinin û wiha got: "Em jin ji betaltiyê pir hes nakîn, ji ber ku di jiyana me de betlane tune ye. Em jin hertim çanda dayikên xwe didin jiyan kirin. Gore çêkirin karek pir zehmete di demên borî de li gundan jinên ciwan jî bi me re ked dida û me bi hev re gore çê dikirin. Lê niha wisa nîne wekî ku çanda gore çêkirinê bes çanda pirane wiha nêz dibin. Divê wisa nêznebin, ji ber em bi çêkirina goreyan gelek tiştan qezenc dikin. Em jin li gel çêkirina goreyan bi hev re rûdinin sohbetê jî dikin û tengasiyên xwe bi hev re par dikin. Jiyana me ya gundan qet betal rêve naçe, ev jî keyfxweşiyê dide me ji ber ku em bi kelacenek mezin goreyan çêdikin."
Esma anî ziman ku ew demsala zivistanê goreyan ji bo zarokên xwe çêdikin, di desmala havînê de jî ji bo debara mala xwe çêdikin û wiha berdewam kir; "Em her cûreyên goreyan çêdikin ango her nexşên goreyan bi destê xwe çêdikin. Bi pîranî jî em havînê çêdikin, zivistanê ji ber ku demsalek zehmete em di demsala havînê de ji bo debara malê bikin lez didin çêkirina goreyan ji bo wê jî em pir diwestin."
(zt)