Jinên karkerên malê: Ji me re qanûnek pêwîste!

12:18

Duygu Erol/ JINHA

ENQERE - Li Tirkiyeyê nêzê 150 hezar jinên karkerên jin yên malê hene. Karkerên jin yên malê ku neçar dimînin bê ewlehî, bi saetên dirêj û bi heqdestekî kêm bixebitin, ji bo şert û mercên wan bên sererastkirin divê Peymana Kar a Li Gorî Mirovan ya Kerkerên Malê 189 a ÎLO’yê ku 22 welatan îmze kiriye, bê îmzekirin.

Piraniya karkerên di karê malê dixebitin jinin. Hemû jî bê qeyd û bê ewlehî dixebitin. Ji ber koçberiya li Tirkiyeyê, jin ji ber xizanî, betalî û bê perwerdehiyê serî li xizmetên malê didin. Jin bi heqdestekî kêm, bi saetên dirêj û bê ewlehî dixeibitin. Ev mêtîngeriya kedê di rojên dawî de bi fîlmê ‘Toz bezî’ hatibû dîtin. Parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel û Fîlîz Kerestecîoglu jî pêşnûmepirs dan meclîsê.

Tirsa betalbûnê, li pêş têkoşînê astengiye

Çareseriya pirsgirêkên jinên karkerên malê di peymana ‘Kar a Li Gorî Mirovan ya Kerkerên Malê 189 a ÎLO’yê’ ku 22 welatan îmze kiriye de derbas dibe. Li Tirkiyeyê yekem car karkerên malê di 1998’an de hatin cem hev. Di 2013’an de Sendîkariya Karkerên Malê Îmece avakirin û hemû daxwaz û têkoşînên xwe li ser vê meşandin. Li Tirkiyeyê rêjeya jinên karkerên malê di ser mîlyonekê de ye û jin ji ber tirsa ku karê xwe winda bikin ji daxwaza mafên xwe yên qanûnî jî patronên xwe nakin.

51 heb hatin qetilkirin, 400 heb rastî îstîsmara zayendî hatin

Ji ber lêkolînên berfireh nayên kirin têkildarî mijarê de zêde dane nayê bidestxistin. Di 2011’an de li gorî daneyên TUİK/EUROSTAT’ê nêzî 150 hezar karkerên jin yên malê hene. Ji ber lêkolînek baş nayê kirin, tê hişê mirovan ku zêdetir karkerên jin yên malê hene. Sendîkaya Piştevaniya Karên Malê (Evîd-Sen) di 2012’an de lêkolînek kir û diyar kir ku 51 heb jin di cînayetên kar de hatine qetilkirin, 400 heb rastî êrîşa zayendî hatine û 3 hezar jin rastî qezayê hatine.

‘Xebatkarên 20-25 salî girêdayê hevjînê xwe dijîn’

Parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel û Fîlîz Kerestecîoglu pêşnûmepirs dan meclîsê û daxwazên karkerên jin yên malê dîsa hat rojevê. Seroka Giştî ya Sendîkaya ÎMECE û karkeran Ayten Kargin ji JINHA’yê re axivî.

Aytenê got bi qanûnên torbeyê re pêşniya mafên qanûnî yên karkerên malê hatine girtin û got: “Divê buroyên karkerên kirê jî bên girtin. Ji baskên kar yên din daxwazên cuda tine. Em têgeha karkerên kirê û buroyên karkerên kirê naxwazin. Em jî wek baskên kar yên din dixwazin kar bê nasîn. Divê sererastkirina sîgorteyê ji nûve bê kirin. Bi pergala niha re em teqawît nabin. Em tenê ji xizmetên tenduristiyê ya qezayên kar fêdeyê digirin. Karkerên 20-25 salî prîmên wan yên sîgorteyê tine.”

'Divê peyman bê îmzekirin’

Li Tirkiyeyê nêzê 150 hezar jinên karkerên jin yên malê hene. Karkerên jin yên malê ku neçar dimînin bê ewlehî, bi saetên dirêj û bi heqdestekî kêm bixebitin, ji bo şert û mercên wan bên sererastkirin divê Peymana Kar a Li Gorî Mirovan ya Kerkerên Malê 189 a ÎLO’yê ku 22 welatan îmze kiriye, bê îmzekirin. Hinek xalên peymanê wihane:

*Ji bo karkerên malê ji îstîsmar, tacîz û şîdetê bên parastin, tedbîrên têkildar digire
*Her endam wê wek hemû karkerên din li gorî şert û mercên adîlane û mirovahî bixebite.
*Her endamek wê rewşa wan ya taybet jî li ber çavan bê girtin, desturên wan yên salen û heftane li ber çavan bê girtin û ji bo wekhevî pêk bê wê tedbîr bên girtin.
*Dema bîhndana hefteyî bê navber divê 24 saet be.
*Karkerên malê di dema kar de carnan bersiva bangên malbatê xwe didin. Divê ev jî wek saetên xebatê bên nirxandin.
*Heqdest beyî newekheviya zayendê wê bê diyarkirin.
*Her karker xwedî mafê wekheve.

(hu)