Bi têkoşîn û kedê debara xwe pêk tîne
09:07
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Jiyana jinên herêmê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê pir bandor bûye û bêguman ambargo û dorpêç jî vê rewşê girantir dike. Lê belê jinên ku di pêvajoya şoreşê de derfetên mezin bidest xistine, her awayê zehmetiyan li pişt vîna xwe ya xurt dihêlin.
Çiqas şer, pevçûn, alozî, ambargo û bi taybet şîdeta jirêderketî ya mêr, bixwaze ku jinan ji hêz bixîne jî, li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê derfetên ku jin bi rengek aktîf cih bigre û xwe bide pêş afirandiye. Bi piştevaniya saziyên civaka sivîl li Kantona Efrînê Bazara Gel a bi qasî 1.000 metre hate vekirin ku 130 dikan di nav de cih digirin. Bazara gel di 7'ê Hezîrana sala borî hate vekirin û ji bo hem gel bûye çavkaniya debarê. Jina bi navê Fatma Osman (47) jî niha di bazara gel a Kantona Efrînê dixebite. Fatma diyar kir ku ew li hember feresetê civakî ên ku jin di nav çar dîwaran de digre têdikoşe û wiha got, "Cih girtina jinê di qada bazarê de beriya şoreşê gelek ne dihat perjrandin. Lê ez dibêjim ku tişta neyê pejrandin ew e ku mirov muhtacê kesek din nebe."
'Li hember hevjînê xwe têkoşînek mezin min da'
Fatma anî ziman ku ew li hember zîhniyetê hevjînê xwe jî têkoşînek mezin daye meşandin û wiha pêde çû, "Ligel hewildanên min ya guhertinê, tu encam derneket. Di encam de em ji hev cihê bûn. Min xwest ez bi zarokên xwe re rehet bijîm. Paşê pêdiviya karkirinê derket. Nedibû ez xwe li ber minet û rehma hineke din bihêlim."
'Min zîhniyeta li hember jina ne pejrand'
Fatma bilêv kir ku ew berê jî karê dirûnê kiriye û piştî pêdiviya wê bi karkirinê çêbû, bi cildirûnê debara xwe kiriye û wiha berdewam kir, "Min tevahiya hêza xwe da ser karê xwe ji bo bikaribim zarokên xwe xwedî bikim û pêwîstiya min bi alîkariya kesek nebe. Gotinên berê li ser jinê dihatin gotin ku yan divê jin bi mêr be yan jî li binê erdê be, min qebûl nekir. Niha jinê nîşan daye ku di hemûyan qadên jiyanê de dikare cih bigire û ew tirsa berê li ser nemaye. Wan dixwestin rol û hestên wê lewaz bixin."
'Pêwîste jin bi xwe bawer be'
Fatma banga di dawiyê de jî wiha bang li jinan kir, "Ez bang li tevahî jinan dikim ku xwe radestî pergala desthilatdariyê nekin û xwe rizgar bikin. Nehêlin ku kesek tehekumê li wan bike. Bila şiyar bin û parastina mafên xwe bikin. Pêwîste baweriya jinê bi xwe hebe. Karkirina jinê ne eyb e, eyib ewe ku mirov muhtacê kesên din be."
(en/rc)