'Em wek karkerên jin têkoşîna jinê jî didin’
09:58
JINHA
STENBOL- GÎDER ya ji bo karên ciwan baştir bên temsîlkirin haitye vakirin, banga rêxistibûnê dikin. Ji dildarên komeleyê Merve demîr got: “Em tenê têkoşîna karkeran nadin. Em wek jin jî têkoşînê didin. Asta mêtîngeriyê ji bo jin û mêr wek hev bê kirin jî li jinê rehettir tacîz an jî mobîng tê kirin. Ligel vê ber rihê berxwedana jinê li her qadê xwe nîşan dide.”
Komeleya Karkerên Ciwan (GÎDER) ku bi berxwedana karkerên Alkim Kafka ya 2014’an de bi bandor bû, li dijî mêtîngeriya kerkeran derketiye rên. Endamên komleyê bi pirsa ‘karkerê ciwan çima dixebite?’ dest bi xebatê kirine. Dildara komeleyê Merve Demîr avabûna pêvajoya saziyê, faliyet û hedefên wê ji JINHA’yê re vegot.
'Mêtîngerî dikare bi têkoşîna rêxistinkirî bê şikandin’
Merveyê da zanîn ku ciwan hemû rastiyên kapîtalîzmê dibînin lê ji ber hewcedariyên xwe neçarî dixebitin û got: “Piranî karker bi saetên zêde yê kar re rû bir û ne û tevî vê tiştekî nabêjin. Mînak hevalek jin ya 6 sale li cihekî dixebite, dema karê wê jê tê pirsîn, dibêje ez jê razîme, maeşa min didin, sîgorteya min didin. Dema behsa saetên kar tê kirin, dibêje ewqas wê bibe, divê fedekarî bê kirin. Em li mafên xwe nagerin. Mêrtîngerî bi têkoşîna rêxistinkirî dikar bê şikandin.”
'Em jin wê cuda têkoşînê bidin’
Merveyê destnîşan kir ku,di pergaleke serdest ya mêr de dixebitin û wiha berdewam kir: “Hişê û hînbûnên mêr, bi baviksalarî dixebitin. Ev bi jinê re jî heye. Dema jin gotina xwe nebêje, mêr bi rehetî wê bikartîne. Em ne tenê têkoşîna karkeran emê ligel vê têkoşîna jinê jî bidin.”
(no\hu)