Li taxa Gulbahçeyê çîroka Meryema esnaf
11:23
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE- Meryem Kaygin a ku ev 5 sale li hember hişmendiya paşveru ya civakê li ber xwe dide, wê û dayika xwe dikana qumaş vekirin û li taxa Gulbahçe tenê esnafên jin ewin. Meryemê got: “Me bi hêza jinê hemû hişmediya baviksalarî rakir.” Meryemê bang li jinan kir û got ku bila jin xwe bi xwe aboriya xwe avabikin.
Meryem Kaygin (34) û dayika xwe li taxa Gulbahçeya Seyhana Edenê ev 5 sale dikana qumaş vekirine. Meryemê diyar kir ku dema nû dikan vekirne bi tirs bû û wiha berdewam kir: “Baweriya min bi min nebû û ez di tirsam ku dikana qumaş vekim. Lê dayika min hêz da min û hina ez serkeftime. Min û dayika xwe hêz da hevdû û em bi hev re serkeftî bûn. Me dema nû dikan vekir min û dayika xwe zehmetî kişand lê niha ez bawerim em serkeftî bûn. Dema nû hemû kesî digot; ‘hûnê zirar bikin eger hûn dikanê vekin hûn jin nikarin dikan bi serê xwe vekin’. Lê min û dayika xwe guh neda derdorê û me ji xwe bawerkir, niha jî em serkeftine.”
Meryemê anî ziman ku di taxeyê de esnafên jin ew bi tenê ne û ew gihiştiye encameke ku jin hertim li mal hatiye hapis kirin. Meryemê bertekên kiryaran wiha anî ziman: “Dema kiryarên mêr tên dikanê pêşî li xwediyê dikanê dipirsin. Dema em dibejin ‘em xwediyê dikanê ne’ ecêb dibînin. Mixabîn civak ketiye nava qalibek hişk. Hemû kiryarên me ji mere dibêjin ‘ev kar karê mêran e’. Bi vî rengî jiyana me kar destpêkir lê me pêşdaraziyên civakê şikandin. Muşteriyên me zêdetir bûn û niha ji me pir memnun in.”
'Dema jin bixweze tiştek namîne ku serkeftî nebe’
Meryemê destnîşan kir ku her sibeh ew dikana xwe bi keyf diveke û wiha keyfxweşiya xwe anî ziman: “Ji dema me dikan vekiriye, ez bi hêztir bîme û ji xwe bawerdikim. Ez mûhtacî tukesî nabim û dilê zarokên min çi bixwaze ez dikim. Ez hesab nadim tukesî. Ez pêşniyarî hemû jinan dikim bila tevlî jiyana kar bibim. Ji destê jinê çitê bila bike. Dema jin bixwaze di hemû karî de serkeftiye, ez bi vê bawerim.”
(dt/zt)