Atolyeya merş û puşiyan hat vekirin

13:13

JINHA

AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber ku hunerê destan bi windabûne re rû bi rune atolye merş û puşiyan vekirin. Ji bo ku mirov ji atolyê sud bigirin li Sumer parqa Amedê qeyîd berdewam dikin.

Serokatiya Daîra Xizmetê ya Şaxa Miduryeta Perwerdeya Pîşêsaziya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ji bo pîşêsaziyên ku hatine jibîrkirin belav bikin atolye merş û puşiya vekirin. Xabatên ku li Qada Jiyana Sumerparqê berdewam dikin û yên ku dixwazin ji atolyê sud bigirin qayid berdewam in.

Seroka Daîra Xizmetên Civakî Semra Kiratli di derbarê xebatên atolyêde agahî da û diyar kir ku atolye dibin Miduryeta Şaxa Perwerdeya Pîşêsaziyê de hatine vekirin. Semrayê got ku armanca vekirina atolyê ji bo jin karibin aboriya xwe bi xwe avabikin e.

(dt/zt)